COLEMÊRG - Heyeta HDP'ê şivan Nasir Taş ê li gundê Nêrdûşê yê Şemzînanê rastî îşkenceya eskeran hat ziyaret kir.
Endam û rêveberên HDP’ê heyetek ava kirin û li gundê Nêrduşê yê Şemzînanê şivan Nasır Taş ê rastî îşkenceya eskeran hat ziyaret kir. Endamê meclîsa HDP'ê Nurettin Turgut, Wekîlê Partiya demokratîk û Aştiyê (BDP) yê berê Hamit Geylani, rêveberên HDP'ê yên Şemzînanê heyetek ava kirin û şivan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê ziyaret kirin. Taş Endamê Meclîsa HDP'ê Nurettin Turgut, diyar kir ku Taş ji ber rastî îşkenceyê hatiye şopê lêdanê li ser pişt û qalincê wî çêbûne û hestiyê wî şikestine. Turgut, xwest her kes li dijî vê îşkenceyê têbikoşin û vê îşkenceyê bi dawî bikin.