Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin

  • rojane
  • 23:25 22 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - 31’emîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad hatin dayîn. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di merasîma xelatan de axivî û wiha got: “Belê, zext didomin, neguherîn lê belê rastiyekî din a neguheriye jî heye, ew jî têkoşîna Apê Mûsa ye.” 

Xwediyên Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Xelat li Navenda Çandê ya Bajar a Cemîl Candaş bi merasîmekê teslîmî xwediyên wan hatin kirin. Di eywanê merasîmê de pankartên “Çapemeniya Azad nayê bêndegkirin” û “Yenî Yaşam 6 salî ye” hatin daliqandin û wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz hatin daliqandin. Tevî gelek rojnamegeran nûnerên partiyên siyasî, sendika û rêxistinên jinan, parastvanên  mafan tev li merasîmê bûn. Herwiha gelek caran diruşmên “jin, jiyan, azadî” û “şehîd namirin” hatin berzkirin. 
 
‘DÊ ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG NEBE’
 
Ewilî bi ser navê rojnameya Yenî Yaşamê Kîbriya Evren axivî. Evren Mûsa Anter û kûrê wî yê di salvegera mirina bavê xwe de jiyana xwe ji dest daye Anter Anter bi bîr anî. Evren diyar kir ku Çapemeniya Azad êşên kurdan tîne ziman û di vê oxirê de gelek xebatkarên çapemeniya jiyana xwe ji dest dane. Evren wiha axivî: “Em rojnamegeriyekî bêalî nakin. Em li aliyê bindestan, gelan, jinan û yên ku gotina xwe li qadan tînin ziman in. Tim êriş çêbûn, dê êriş nikarin bidin çewisandin. Dê heya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li cîhanê deng vedide, dê pênûsa Gulisatan Tarayê, Nagîhan Akarselê, Gurbetellî Ersozê nekeve li erdê”
 
RASTIYA ÇAPEMENIYA AZAD
 
Bakirhan kesên di malbata Yaşa da jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, çîroka wan vegot û ev tişt gotin: “Anku em tu caran dest jê bernedin. Em ê wan bi bîr bînin û em ê ji bo wan her tiştî bikin. Bi vê boneyê ez serkeftina generalên biçûk ên Mûsa Anter dixwazim. Dîsa ez di şexsê Gulistan Tara, Hero Bahadîn, Nagîhan Akarselê û Gurbeltellî Ersozê de Çapemeniya Azad silav dikim.”  
 
Piştre sînevîzyona kurteçîroka Çapemeniya Azad vedibêje hate nişandan. 
 
‘HEQÎQETA BI NIRX’
 
Piştî nîşandana sînevîzyonê siyasetmedar Gultan Kişanak axivî. Kişanak anî ziman ku heqîqeta Çapemeniya Azad bi nirx e wekî şehîdên wê û got: “Dema em ketin rê me got ‘dê rastî di tariyê de neminin’ û ez dibinim ku yên ku vê yekê bikin gelek zêde ne. Ez hemûyan pîroz dikim.”  
 
XELATA NÛÇEYA TIRKΠ
 
Ji T24’ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya xwe ya sernavê “Siyanûr ji ber çû, rûxset nehat betalkirin, qerê bacê hate jêbirin, karê wî zêde bû” layikê xelatê hate dîtin. Bolkubeş xelata xwe ji parêzera Buraoya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturkê girt û wiha got: “Dema birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê wiha gotibû ‘Ez ne girtiyê Tirkiyeyê me, ez dîlgirtiyê pergala kapîtalîst im.’ Sedema pirsgirêkên ekolojiye ev pergala kapîtalîst e.” 
 
BEŞA KURDÎ
 
Di beşa nûçeya kurdî de Xelata Juriyê ya Taybet nûçeya bi navê “Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê” ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) a Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn re hate dayîn. Xelatê Ezîz Orûç ji Dayika Aştiyê Guler Bugdayê girt. 
 
XELATA  DÎMENÊ JINNEWS’Ê  GIRT
 
Xelata Juriye ya Taybet ji dîmena “Biaxive, tu ji ku derê yî”  ya nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babatê re hate dâyîn. Babat xelata xwe ji destê Keça Fehmî Tosûn, Jiyan Tosûnê girt. 
 
XELATA WÊNEYÊ DAN MA’YÊ
 
Di beşa wêneyê de nuçegihanê ajansa me Mujdat Can xelatê girt. Can wêneya ajalên ji ber şewata Amed û Mêdînê bandor bûbûn kişandibû. Xelata Can, nûçegihana me Dîren Yûrtsever ji kurê Mûsa Anter, Dîcle Anter girt. 
 
XELATA NÛÇEYÊN JINÊ
 
Di beşa nûçeyên jinê de nûçegihana jinên karker Rahîme Karvar layiqê xelatê hate dîtin. Karvar xelata xwe ji Gultan Kişakê girt. 
 
Di beşa karîkaturê de tu kes layiqî xelatê nehat dîtin. Herwiha xelata Mansiyonê jî Halîl Îbrahîm Çoban girt. 
 
XELATA RÛMETÊ 
 
“Xelata Rûmetê” ya îsal bi ser bîranîna Gulistan Tara û Hero Bahadîn ên di 23’yê tebaxê êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane hate dayîn. Xelat layiqî rojnamegera Pexşan Ezîzî hate dîtin. Li ser navê malbata Gulistan Tara, xwişka wê Dîcle Erdem ji Hevserokê Giştî yê DEM Partiye Tuncer Bakirhan xelat wergirt, li ser navê Ezîzî jî rojnameger Aysel Işik xelatê ji Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak wergirt. 
 
Piştî merasîmê Koma Hevra derket ser dikê. 
 
 

Sernavên din

02/05/2025
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin