Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim

  • rojane
  • 13:47 21 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Morsumbul ê beriya 44 salan di bin çavan de hatiye windakirin pirsîn. Birayê Morsumbul, Şahîn Morsumbul jî daxwaza edaletê kir. 

Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin di hefteya 1017'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn. Çalakvanan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin û qurnefîl girtin destê xwe û li aqûbeta Huseyîn Morsumbul ê ku beriya 44 salan di binçavan de hatiye windakirin pirsîn. Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak metna daxuyaniyê xwend. 
 
Ocak, pirsa Huseyîn Morsumbul ê ku beriya 44 salan hat windakirin li ku ye? pirsî û wiha got: “Li hemberî çanda ferzkirî ya jibîrkirin û bêdengiyê divê neheqiyan bi bîr bînin. Em dosyaya Huseyîn Morsumbul careke din bi raya giştî re parve dikin. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'yê îlonê, êvara 18'ê îlona 1980'î, li Çewlikê ji aliyê leşker û polîsên di bin fermandariya Durmuş Kivrak de bi ser mala malbata Huseyîn de hat girtin. Kurê wan Huseyîn ê xwendekarê Lîseya Çewlikê ye hat binçavkirin û birin Fermandariya Alaya Çewlikê. Roja din dema Huseyîn venegeriya malê dayika Fatma Huseyîn Morsumbul çû Fermandariya Alayê. Ji wî re gotin 'Kurê te li vir e, lê tu wî nabînî.' Li ser vê yekê Fatma Morsumbul xwarina ku bi xwe re anîbû ji bo ku bidin Huseyîn radestî rayedaran kir. Roja din malbatê dîsa xwarin ji Huseyîn re bir. Lê vê carê bersiva 'Li cem me nîne' hat dayîn. Dema malbatê lêgerîna xwe berdewam kir, hat gotin ku Huseyîn ji alaya ku bi tedbîrên bilind ên ewlehiyê dihat parastin reviyaye. Ji Huseyîn xeber nehat. Malbatên ku li kurê xwe digerin dîsa ji aliyê leşker û polîsan ve bi ser malan de girtin. Vê carê jî bav Hanefi Morsumbul hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin.” 
 
‘BI LÊDANÊ HATIYE KUŞTIN’ 
 
Ocak, diyar kir ku piştî 4 salan, leşkerekî poşman bû wiha got: “Kurê we di bin îşkenceyê de hat qetilkirin, bi betaniyê ji alayê derxistin û avêtin Çemê Mûratê. Fatma di sala 1995’an de Dayikên Şemiyê di televîzyonê de dît. Wêneyê Huseyîn girt destê xwe û hat Qada Galatasarayê. Heta jiyana xwe ji dest da jî li qada Galatasarayê bi Dayikên Şemiyê re bû. Malbatê bi rêya parêzerên Komeleya Mafên Mirovan hewldanên nû kirin. Di encama van pêngavan de Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê di sala 2011’an de lêpirsînek nû da destpêkirin. Nav, navnîşan û agahiyên têkiliyê yên 9 personelên ku dema Huseyîn Morsumbul di binçavan de winda bû di alayê de wezîfedar bûn gihiştin dozgeriyê. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandarê Cendirmeyan a Navendî ya Çewlikê Durmuş Coşkun Kivrak di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyar kir ku roja bûyerê di betlaneyê de bû û dema ji betlaneyê vegeriya li ser maseya xwe nameyeke bê nav dîtiye. Di vê nameyê de hatibû nivîsandin ku Huseyîn Morsumbul di girtîgehê de ji aliyê efser ve bi lêdanê hatiye kuştin, piştre jî ji aliyê Fermandarê Alayê Beşîr Akin û efser ve bi wesayîtê hatiye birin.”
 
‘EM Ê LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOMÎNIN’ 
 
Ocak, da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê li şûna ku lêpirsînê kûr bike, bi hinceta ku ji ber demeke dirêj di ser bûyerê re derbas bûye delîlên têr nehatine bidestxistin, biryar da ku pêwîstî bi dozê nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di 20'ê mijdara 2015’an de îtîraza parêzerên Komeleya Mafên Mirovan a li Dadgeha Cezaya Sulhê ya Çewlikê di 11'ê Mijdara 2016'an de hat redkirin. Em di hefteya xwe ya 1017’an de careke din ji bo Huseyîn Morsumbul edaletê dixwazin. Heta ku çarenûsa Huseyîn di tariyê de bimîne, di vê rewşê de qanûn nayê sepandin. Wezîfeya meqamên edlî ya ji bo eşkerekirina heqîqeta madî û temînkirina edaletê ya di dosyaya Huseyîn Morsumbul de dewam dike. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Huseyîn Morsumbul, ji bo hemû windahiyên xwe lêgerîna edaletê bidomînin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Birayê Huseyîn Morsumbul Şahîh Morsumbul jî wiha got: “Ez dixwazim aqûbeta birayê xwe hîn bibim. Ez edaletê dixwazim. Em ê ji cihê ku dayika min hiştiye berdewam bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê beşdarvanan qûrnefîlên di destên xwe de danîn Qada Galatasarayê û çalakî bi dawî bû.  
 

Sernavên din

02/05/2025
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin