Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin

  • rojane
  • 09:05 2 Hezîran 2018
  • |
img

TEKIRDAG - HDP'ê li Tekirdagê ji kesên sosyalîst, feminîst, astengdar, karker, mexdûrên darbe û KHK'yan kes wekî namzet nîşandan. HDP bi dirûşmeya "ji bo avakirineke nû em mil bidin milê hevdu" mal bi mal, fabrîke bi fabrîke digere. Namzetên HDP'ê, anîn ziman ku mirovên ku pêşdarazên wan hene, piştî ku bi wan re diaxivin fikrê xwe diguherînin. 

Li Tekirdaga ku milyonek nifûsa wê heye, yek ji wan bajaran e ku gelek kurd koçî wê kirine. Bajarê ku xwedî zeviyên berdar e, ji ber polîtîkayên pîşesaziyê yên xelet tên texrîbkirin. Her wiha ligel qirêjiya hewayê ya li bajêr, ji ber bermayiyên pîşesaziyê li Çemê Ergeneyê tên valakirin, bajêr fetisiye. Ligel vê her diçe zeviyên wê yên berdar jî kêm dibin. Tekirdagî, niha hewl didin ku di 24'ê Hezîranê de bersiva îktîdara ku rê li ber vê yekê vekiriye bidin. 
 
'EM Ê LI TEKIRDAGÊ DENGÊN XWE BIKIN DU QAT'
 
Namzeta HDP'ê ya Tekirdagê Feray Mertoglû ku di sala 1962'yan de li gimgima Mûşê hatiye dinê, bi nasnameya xwe ya feminîst û karkeriyê derdikeve pêş. Mertoglû, di nav Tevgera Rizgariya Jinê ya Tirkiyeyê de cih digire. Mertoglû got: "Ez endama SYKP'ê me ku pêkhateyeke HDP'ê ye. Niha HDP ji bo civakê bûye cihê hêviyê. Ev partiya ku ji aliyê tevgera azad a kurd û sosyalîstên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, bûye hêviya Tirkiyeyê. Xwedî paradîgmaya jinê û azadîxwaz e. Xeta wê gelên bindest ên din paşguh nake. Nêvengeke ku hemû bindest, karker, ciwan, LGBTÎ di bin banê wê de têdikoşin." Mertoglû, anî ziman ku HDP bi vê nasnameya xwe sînerjiyê dide wê û ji ber vê wê di HDP'ê de cih girtiye. Mertoglû, diyar kir ku li Tekirdagê potansiyeleke wan a zêde heye û ew ê li Tekirdagê dengên dema 7'ê Hezîranê bikin du qat. 
 
Namzetê HDP'ê yê Tekirdagê Huseyîn Erîş jî, ji Tekirdagê ye û bi astengdar e. Erîş HDP'ê şiband malbata xwe û got: "HDP, partiya bindestan, partiya pirzimanî, pirbawerî û pirnasnameyî ye. Her wiha ji bo taybetmandiya min a Trakyayî jî guncan e. Malbata min koçberên Selanîkê ne. Xwişkeke min bi koçbereke Bûşgarîstanî re zewicandî ye û biraziyek min jî bi arnavûdiyekî re zewiciye. Hevjîna min jî ji Sêwazê ye. Her wiha hêleke malbata me jî roman in. Yanî li erdnîgariyeke wisa pirrengî di nav nasnameyên cuda de mezin bûm. Li gund, li herêma me em wekî xwişk û bira bûn. Niha jî di nav HDP'ê de me." 
 
MEXDÛRÊ DARBEYA 1980'YÎ YE 
 
Erîş, di serdema 1980'yî de bi awayekî çalak di nav xebatên sendîkayî de cih girtiye û ji ber Serokatiya Giştî ya Tekstîla Çagdaşê kiriye hatiye girtin. Erîş, bilêv kir ku endamê Şoreşgerên 78'an e û her wiha li demekê serokatiya HADEP'a Şîşliyê jî kiriye. 
 
EZ Ê BIBIM DENGÊ GEL' 
 
Erîş, anî ziman ku ji ber ji Tekirdagê ye, hay ji pirsgirêkên Trakyayê heye. Erîş, anî ziman ku ew ê li Meclîsê li dijî qirêjiya hewa û avê, tunekirina qadên çandiniyê û hwd. bitêkoşe. Erîş, destnîşan kir ku li fabrîkayan kedxwariyeke zêde heye û ew namzetê dengê gelê Tekirdagê ye. 
 
MAMOSTE YE Û MEXDÛRÊ KHK'Ê YE 
 
Namzetê HDP'ê yê Tekirdagê Salîm Kaplan jî ji Nisêbîna Mêrdînê koçî Tekirdagê bûne û her wiha mamote ye û mexdûrê KHK'ê ye. Kaplan, bilêv kir ku piştî hatiye îxrackirin, ji ber şert û mercên ku gelê kurd û Tirkiyeyê têde ne xwestiye daxilî qada siyasetê bibe û di 11'ê Sibatê de bûye endamê HDP'ê. Kaplan, da zanîn ku di dema HADEP'ê de di nav baskên ciwanan de cih girtiye. Kaplan, bal kişand ser polîtîkayên îktîdara AKP'ê jî û diyar kir ku 16 salin polîtîkayên xwe li ser yek ziman, yek ol, yek netew û yek alayê ava kiriye û got: "Lê belê dema mirov li vê erdîgariyê dinere kurd, tirk, ereb, rûm, çerkez û gelek netewên din hene. Em ê vê rastiyê denyin kuderê? HDP, bersiva faşîzma tekparêz e. Li hemberî vê prinetewebûnê diparêze. Her wiha dibêje yek ziman. Lê em ê heqîqeta dîwana Ehemdê Xanî deynin kuderê? Em ê heqîqeta zimanê gelê ereb deynin kuderê? Bersiva yekzimaniyê, parêzvaniya pirzimaniyê HDP ye. Dibêjin yek ol, îjar em ê heqîqeta êzidî, asûrî, suryanî û elewiyan deynin kuderê?" 
 
'EM PÊŞDARAZAN DIŞKÎNIN' 
 
Kaplan, anî ziman ku bi taybetî ew ji bo hilbijartinê li mal û fabrîkayan dixebitin û got: "Em bi mirovên ku li hemberî me pêşdaraz in re diaxivin. Dema em bi wan re diaxivin, dema em dibêjin em partiya Tirkiyeyê ne, nêzîkatiya wan diguhere. A rast ev tê wateya ku divê em bêtir xwe nêzî mirovan bikin û em ê wisa jî bikin. Di 5'ê Hezîranê de li Amedê, di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê, di 22'yê Tîrmehê de li Pirsûsê bombe teqiyan, lê belê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de gelê me xwedî li partiya xwe derket û bû bersiv. Dê kurd û kuridstanî di 24'ê Hezîranê de bersiva pêkanînên li Nisêbîn, Gever, Şirnex, Sûr û Efrînê bidin. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe jî em ê bersivê bidin. 24'ê Hezîranê ji bo çûyîna AKP'ê ji bo hemû gelan firsend e. Em ê bi hevdur e, mil bi mil vê faşîzma li Tirkiyeyê rakin. Hêvî HDP, ciwanên HDP'ê, jinên HDP'ê ye. Ji bo pêşeroja zarokên Rojhilata Navîn, Anatolyayê, Behra Spî û Behra Reş em dengê xwe bidin HDP'ê. Dengek ji bo HDP'ê, denegk ji bo Demîrtaş." 
 
MA / Bilal Seçkin
 

Sernavên din

03/06/2018
13:45 Demîrtaş: Diyar bû ku AKP dê hilbijartinê winda bike
12:46 Li Girtîgeha Amedê ya servekirî îdîaya îsyanê
12:45 Kurdiya ‘Seher’ a Demirtaş derket
12:05 Gelê Êlihê dê bi deh hezaran Temellî pêşwazî bikin
11:24 Beriya Erdogan bê Amedê polîs mal bi mal geriyan nasname kontrol kirin
11:10 Îşkenceya li malê dest pê kir li qereqolê berdewam kir
10:59 Maçîn: Şîara me ya bingehîn dê ‘kongreya neteweyî’ be
10:25 Dr. Derya Bayir: Li Tirkiye laîktî ji bo terbiyekirina civakê ye
10:09 'Dixwazim li Meclîsê bibim dengê jinan’
09:23 ‘Gelo Erdogan dê bi kîjan rûyî were Amedê’
09:22 DOGADER: Îxanetê li Bûrsayê dikin
09:21 Karkerên Flormarê: Îktîdar li dijî karkerane emê li ber xwe bidin
09:20 Namzeta Dîlokê Şîmşek: HDP pêşeroja welat e
09:18 'Tekane partiya ku jin dengê xwe bilind bikin HDP ye'
09:18 Parêzvanê mafên mirovan Aker: Ji bo bi awayekî hevpar pirsgirêk bên çareserkirin em dibên HDP
09:17 5 hezar polîs û leşker nikarin sindoqekê biparêzin!
09:16 'Sindoqan bibin Enqereyê jî em ê biçin û deng bidin'
09:16 Walî gef xwar: Eger hûn deng nedin AKP'ê, dê xizmet jî neyê kirin
09:15 Hîn jî der barê întihara biguman a Araç de tu geşedan tune ne
09:15 ‘Li Antalyayê bi projeyên dijminê xwezayê Tirkiye tê qetilkirin'
09:14 Li Antalyayê hedefa HDP’ê 3 parlementer in
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2018'ANû
08:24 Li Cizîr û Sîlopî buroyên hilbijartinê ji aliyê hezaran ve hat vekirin
02/06/2018
20:12 Derket holê ku li Şemzînanê 4 şivan rastî îşkenceyê hatine
19:44 2 leşkerên derketin operasyonê jiyana xwe ji dest dan
17:56 Li Amed û Wanê 8 hunermend binçav kirin
15:47 10 KESK’iyên karê xwe paşve xwestin hatin binçavkirin
15:46 Hevrê û malbata Mûhsîn Melîk ew bi bîr anîn
15:33 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de xwestin Celalettîn Can bê berdan
15:32 Aqûbeta Saygi yê 24 salin winda ye pirsîn
15:31 Jinan li Dîlokê gotin ‘Jin jiyan azadî’
15:01 ÎHD’ê bang li partiyên siyasî kirin: Gelo ji bo windayan çi sozên we hene?
14:54 Li Êlih û Amedê xebatên hilbijartinê didomin
14:53 Buldan: Me Sûr, Gever, Nisêbîn ji bîr nekiriye
14:23 Demîrtaş ji bo Erdogan got: Gel dê bersiva te heq kiriye bide te
14:11 Mehmet Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
14:09 Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî
13:52 Temellî: Erdogan bikeve dê faîz û dowîz jî bikeve
13:36 ‘Êdî tiştek nema Îstîsmar bikin, vê carê Remezan weke meha kampanyayê îlan kirin’
13:32 Parêzerên Demîrtaş: Erdogan ji bo Demîrtaş peyamê dide AYM’ê
12:13 Temellî: AKP'ê lêkolîna rastiya bûyerên 6-8'ê Cotmehê asteng kir
12:07 Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye
11:07 Heyeta HDP'ê şivanên rastî îşkenceyê hat ziyaret kirin
10:45 Namzeta ji kar hat avêtin: Akademiyek nû mimkûn e
10:40 Buldan: Yên îşkence li şivanan kirin wêrekiyê ji Soylu digirin
10:18 Afro/Turkên li Îzmirê bi HDP'ê bi kelecan in
09:59 Li Erziromê serdegirtina malan: 21 kes binçav kirin
09:57 Girtiyê lêgerîn qebûl nekir hat derpkirin
09:06 Sindoqên ku li Mêrdînê hatin veguhestin ji sedî 73 dengê HDP'ê ne
09:06 'Ji bo edaletê dengê xwe bidin HDP'ê'
09:05 Namzetên HDP'ê yên Tekirdagê: Em pêşdaraziyan dişkînin
09:05 Namzetê HDP'ê Bulbul: Dê HDP pirsgirêka civaka Elewî çareser bike
09:02 Doç. Dr. Demîrer: Birînên ku AKP'ê di civakê de vekiriye dê dereng bi cebire
09:01 Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite
09:01 Colemêrg dê dîsa 3-0 wekîlan bistîne
09:01 Namzeta HDP'ê ya Antalyayê: Min soz daye hevalên xwe
09:00 Gelê Esenyurt dê du qatê 7'ê Heziranê deng bidin HDP'ê
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
01/06/2018
21:19 Li Colemêrgê heta 30 rojî çalakî hatin qedexekirin
17:16 Platforma 1 Haber Var têkildarî weşana xwe daxuyanî da
16:41 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê bişopînin
16:27 Temellî: Teşvîkê ji vir girtine û birine li Girava Manê xwarin e
15:22 Binçavkirinên li Mêrdîn û Şirnexê derketin 15’an
15:14 Komeleya 78’an: Em HDP’ê û Demîrtaş destek dikin
14:54 Buldan li Erdexanê got: Wê emrê AKP’ê di 24’ê Hezîranê de xelas bibe
14:23 Bi hinceta ‘ewlekariyê’ veguhestina sindoqan
14:20 Temellî: Em bi hevre bêjin Êdî bes e
13:48 SES: Dengê em bidin Tifaqa Cumhur tune ye
12:53 Serlêdana malbatan cara 78’emîn hat redkirin
12:30 3 karkerên din mirin
12:11 Serokê Baroya Wanê dê şivanên rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
11:55 Rojnameger Îbrahim Coşkun beraet kirin
11:54 Gelek kes li Enqerê hatin binçavkirin
11:31 HDP’î bi roj li gundan, bi şev jî li taxan bê navber dixebitin
10:53 Bi îşkenceyê ew nîv ruhî kirin
10:33 Josa ê Macarî: Li Tirkiye şertên OHAL'ê bêtir giran e
10:10 Di nava 16 salan de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn
09:58 Xwîn verişiya lê 16 rojin hêj destûr nadin malbat wê bibîne
09:25 Bi gotinan xerab tacîzî jinên HDP’î kirin û gef li wan xwarin
09:25 ‘Em ê li Meclîsê li dijî tecrîdê siyaseteke çalak bikin'
09:24 Namzeta HDP'ê ya akademîsyen: Em bi ser bikevin em ê vegerin karê xwe
09:23 Jinên Tekirdagî: Em ê dengê xwe bidin HDP'ê
09:23 ‘Berê zarok li van kuçeyan baz didan, lê niha makîneyên kar'
09:22 'Em ê hemû derhiqûqiyên we li asîmanan binivîsînin'
09:22 Sindoqên hilbijartinê 40 kîlometre ji wan dûr xistin
09:21 Piştî hatin girtina niha dê û bav xebatên hilbijartinê dimeşînin
09:20 Salar: Dê di vê hilbijartinê de mexdûr û bindest bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2018'AN
31/05/2018
20:04 Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
18:41 Leşkeran bi awayekî dijwar du şivan îşkence kirin
17:18 Koma nijadperest xwest êrîşî namzetên HDP’ê bike
16:18 Ji namzet Bariş Atay peyama Geziyê: Em ê biguherînin
16:00 AYM'ê biryar da ku Hilbijartin di 24'ê Hezîranê de pêk bê.
15:22 17 partî û saziyan ‘Platforma Hilbijartinê ya Adil’ ava kir
15:03 HDP dê di aboriyê de ‘bernameya parvekirina bi heqî' pêk bîne
14:58 Buldan: Wê jin mohra xwe li hilbijartinê bidin
14:22 Parêzerên Ocalan cara 760’emîn serî li dozgeriyê dan
13:47 Sezaî Temellî dê sibê li Amedê serdana sazî û gel bike
12:48 Derdora Parqa Gezî bi bariyeran girtin
12:36 Namzet bi şev û roj di nav gel de ne