‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'

  • rojane
  • 10:00 20 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Ji DBP'ê Erhan Basût diyar kir ku ji bo mitînga 13'ê cotmehê ku wê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" bê lidarxistin, wê mal bi mal bigerin û got ku ew li bendê ne ku beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 42 meh in tu agahî nayê girtin. Bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin û pê re daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ji çar aliyê cîhanê bilind dibe. Di 10’ê Cotmeha 2024’an de bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên ji 74 welatan kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, di nava salê de çalakiyên wekî “Bibe dengê azadiyê", “Dawî li tecrîdê bînin”, “Edalet pêk bîne û hiqûqê bi cih bînin” hatin lidarxistin û çalakiyên wekî “Xwendinên Azadiyê” hatin lidarxistin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk, di 12’ê îlonê daxuyanî da ku kampanya ber bi qainaxa duyemîn ve çûye û wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin1 mîtîngeke mezin li dar bixin. Hevberdevkê Rêxistinê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Erhan Basût têkildarî mitînga ku wê di salvegera 26’emîn a komploya 9'ê cotmehê de bê lidarxistin axivî. 
 
GIRÎNGIYA KAMPANYAYÊ
 
Basût da zanîn ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê di şexsê Abdullah Ocalan de ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û bi taybet ya gelê Kurd ji aliyê hêzên navneteweyî yên bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hatiye kirin. Basûr diyar kir ku lê kampanyaya ku li dijî vê di 10’ê Cotmeha sala borî de hat destpêkirin girîng e û got ku wê di çarçoveya vê kampanyayêd e di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtînga azadiyê li dar bixin. 
 
Basût bal kişand ser wê yekê ku bêpêwendiya mutleq girêdayî pêvajoya komploya navneteweyî ye û got ku destkeftiyên di warê demokrasî û azadiyê de yên gelê kurd û gelên bindest komploya navneteweyî pûç kiriye. Basût destnîşan kir ku heman hêz îro ro bi bêpwendîbûnê dixwazin bigihêjin armanca xwe û encamê ji koletiya ku li gelê kurd û hemû gelên bindest ferz dikin bigirin. 
 
Basût bal kişand ku têkoşîn di navbera Modernîteya Kapîtalîst û Modernîteya Demokratîk de ye û misogerkirina azadiya fizîkî ya Ocalan wê di diyarkirina aliyê serketî de diyarker be û got: “Ji bo hêzên Modernîteya Demokratîk bi ser bikevin, divê ji bo parastina hebûn û azadiya gelê kurd û hemû gelan divê bêpêwendiya mutleq bê şikandin. Em ê jî di xebatên kampanyayê yên mehekê de ji bo kesên doza azadiyê û demokrasiyê dikin bên cem hev du û tecrîda mutleq bê şikandin em ê van xebatan bikin." 
 
WÊ BIÇIN HER MALÊ
 
Basût bal kişand ser girîngiya mîtîngê ku wê di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê dicivin" li dar bixin û bang li hemû beşên civakê yên azadîxwaz kir ku bi gelê kurd re bê cem hev. Basût diyar kir ku fînala xebatên dikin wê mîtînga 13’ê Cotmehê be û got: “Serkeftina vê mîtîngê bi xebatên ku em ê mehekê bidin meşandin ve girêdayî ye. Ji bo serketinê, pêdivî ye ku meriv baldar be û biryarên cidî bide. Di hevdîtinên ku me bi sazî û dezgehên xwe yên demokratîk re kir de me dît ku hem rêxistina me hem jî gelê me û saziyên me yên demokratîk pir bibiryar in. Li hemû bajar û navçeyan dê koordînasyon ji bo van lêkolînan bên kirin. Tu gund, mal û tax wê nemînin ku koordînasyon neçe wan." 
 
BANGAWAZÎ
 
Basût diyar kir ku armanca wan ew e ku beşdariyeke wekî ya Newrozê çêbibe di mîtîngê de û got: “Em bawer dikin ku dê ji çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê gel bi girseyî bên cem hev û gelê Amedê jî wê bi coş û heyecaneke mezin beşdarî mitîngê bibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû pêkhate, hêz, gelan, gelên bindest, ciwan û jinên azadî û demokrasiyê dixwazin û di serî de gelê kurd dikin ku di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê beşdarî mitînga azadiyê bibin.”
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

29/04/2025
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin
17:11 Serokê Baroya Stenbolê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû
16:13 Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
15:47 Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat eşkerekirin
15:33 Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
14:42 Beşdarên Konferansa Yekîtiyê: Di berxwedana Kobanê de yekîtî pêk hat
14:34 Li Bendera Bender Ebbas a Îranê teqîneke mezin
14:27 Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin
14:22 Ji Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî peyam
13:52 Li Amedê Konferansa Yekîtiyê hat silavkirin
13:21 Ji KCK'ê ji bo Konferansa Neteweyî peyam
12:01 Mazlûm Ebdî: Yekîtiya kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye
10:55 Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn