STENBOL - Parêzar Ramazan Demîr OHP’î ku Xelata Mafê Mirovan (ÎBA) a 2017'an girt, di merasîma xelatê de wiha got: “Min Tahîr Elçî, jêrzemîna Cizîrê, Şirnex, Sûr, Nisêbîn, Cemîle û bi taybetî Dayîka Taybet vegot. Hemû kes pir êşiyan."
Endamê Platforman Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Ramazan Demîr, ku layîqî Xelata Mafê Mirovan a Yekitiya Baroyên Navneteweyî (ÎBA) a 2017’an hat dîtin, di merasîma Sîdney a paytexta Avusturyayê xelat girt. Di daxuyaniya fermî ya sîteya înterneta ÎBA de hat diyar kir ku, Demîr mirovek hiqûqas ê ji sala 2009’an ve mafê parêzar û rojnamegrên li herêma Kurdan, ên dibin êrîşan de diparêze.
‘EV RÛMETEK PIR CÛDAYE’
Parêzer Ramazan Demîr wiha qala axaftina xwe ya di merasîmê de kir: “We ez layîqî Xelata Mafê mirovan a 2017’a dîtim ev ji bo min rûmete. Ez vê xelatê di serî de ji bo hempişeyên xwe yên tên darîzandin û têdikoşîn qebûl dikim. Ez navê hemû hempişeyên xwe yên girtî li vir dibêjim û wan bibîr tîmin.
XELAT DIYARÊ GELÊ ŞIRNEXÊ KIR
Min mînaka pergala edalet, dadgeh û dadgeha bilind a li Tirkiyeyê qadiyaye da. Min têkoşîna hiqûqî ya parêzerên li Tirkiyeyê, bandora darizandinê, qedexeyên derketina derve, tiştên di vê pêvajoyê de hatin jiyîn, girtina wekîlan, rojnamegeran, parêzeran, Tahîr Elçî, Cizîr, bodrumên Cizîrê, Wêrankirina Şirnex, Sûr û Nisêbîn, Cemîle û bi taybetî jî Dayîka Taybet vegot. Min Dayîka Taybet pir dirêj anî ser ziman. Bi sedan kesên di salonê de bûn re çavên me tişte rondîk bûn. Hemû kes matmayî bû. Ji Afrîka, Rojavayê Dur û Ewropayê gelek parêzer hatibûn. Min xwe wisan hîs kir ku sersaxiyê li min didin. Dayîka Taybet û bodruman bandor li ser hemû kesê kir. Min xelat diyarê Tahir Elçî, malbatên bi nirx ên Cizîrê û gelê Şirnexê kir.”