MÊRDÎN / ŞIRNEX - Li navçeyên Cizîr û Artuklu di serdegirtinên ji duh heya îro ve 15 erkdarên sindoqan ên HDP’ê hatin binçavkirin.
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, di serdegirtinên ji duh sibê ve hejmara binçavkirinan derket 13’an. Hevseroka HDP’ê ya Artuklu Hamîde Coltu jî di nav de, Erkan Acar, Şeyhmus Keleş, Şerîfe Kayro, Nezîhe Acar û Murat Yildirim ên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîran hatin erkdarkirin, hatin binçavkirin. 13 kesên hatin binçavkirin li Midûryeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin.
Parêzerên bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku muwekîlên wan ji ber ku di sala 2015’an beşdarî li navçeya Artuklu beşdarî civîna Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûne, bi îdîaya “Endamê rêxistinê” tên sûcdarkirin.
LI CIZÎRÊ BI LÊDANÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî serê sibê bi ser mala malbata Ozdal de girtin. Polîsan di serdegirtinê de birayên Abdullah û Haci Ozdal ên di sala 2015’an de di navbera 3 mehan hatin kuştin, Hamza (20) û Alî Ozdal 21 ê salî binçav kirin. Polîsan hemû amûrên malê belav kirin û bi lêdanê her du ciwan binçav kirin.