MÊRSÎN- Komeleya 78’an a Mêrsînê ragihand ku ew ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştevaniya HDP’ê bike.
Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştevaniyek jî ji bo HDP’ê ji Mêrsînê hat. Komeleya 78’an a Mêrsînê ragihand ku ew ê piştevaniya HDP’ê bikin. Komeleya 78’an li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Komeleya 78’an a Mêrsînê Bayram Kizartici daxuyanî da û got ku ji bo HDP doza wekheviyê, azadî û aştiyê dike dê ji bo vê yekê HDP’ê destek bikin. Kizartici anî ziman ku ji bo HDP dê li dijî bêhiqûqiyê, OHAL û darbe û makezagona 12’ê Îlonê derdikeve dê li gel HDP’ê cih bigirin û bang li her kesî kir ku piştevaniya HDP’ê û namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş bikin.