Danezana Konferansa Jinan: Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya jinan di Rêya Sêyemîn de bilind bikin

  • jin
  • 16:30 14 Îlon 2024
  • |
img

ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê danezana encama Konferansa Rêxistinkirinê ya Jinan ku du rojan berdewam kir, aşkere kir. Di danezanê de hate diyarkirin ku têkoşîna azadiyê ya jinan dê di Rêya Sêyemîn de bê bilindkirin. 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Odeya Endezyarên Înşaetê ya girêdayî TMMOB'ê bi dirûşma “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em xwe bi rêxistin dikin” 1'emîn Konferansa xwe ya Navendî li dar xist. Di konferansa 2 rojan berdewam kir de mijarên rêxistinbûna jinan û tifaqa jinan hatin nîqaşkirin. Nêzî 200 delege tev li konferansê bûn. 
 
Danezana encamê ya konferansê ji hêla Meclisa Jinan a DEM Partiyê ve hat aşkerakirin. 
 
Di encamnameyê de wiha hat gotin: 
 
“Di konferansa me ya du rojan de; Pêşketinên siyasî û rojeva jinan li cîhanê û erdnîgariya me bi awayekî berfireh hatin nirxandin. Qadên pirsgirêkê yên jinan bi berfirehî hatine destnîşankirin. Dîsa çareseriya sereke ya van pirsgirêkan berfirehkirina rêxistinên jinan e. Di konferansê de li ser mekanîzmayên me yên rêxistinî yên ji bo rakirina van kêmasiyan û xurtkirina rêxistinbûna jinê nîqaş hatin kirin û li ser modela rêxistinbûnê pêşniyar hatin kirin.
 
BÊDENGIYA DEWLETAN A LI DIJÎ KOMKUJIYÊ NE TESADUF E
 
Şerên desthilatdarî û parvekirinê yên ku ji aliyê hikûmetên serdest ên mêr ên kapîtalîst ve tên meşandin, bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî destkeftiyên jinan û jinan berdewam dikin. Hewldana bêdengkirina dengê jinan bi ‘qanûna fezîletê’ ya ku ji aliyê rejima Talîbanê ya mêtinger ve li Efganistanê hat derxistin, danasîna zagonên îstîsmarê yên di bin navê zewaca di temenê biçûk de li Iraqê, kuştina Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma melayên faşîst ên Îranê ve. Darvekirina rojnameger û aktîvîstên jin ji vê polîtîkaya şer ne serbixwe ye. Dîsa dema ku êrişên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînî û jinên Filistînî li ber çavê hemû cîhanê berdewam dikin, bêdengiya van dewletan li dijî qetlîamê ne tesaduf e.
 
EM Ê TORA TÊKOŞÎNA JINAN A NAVNETEWEYÎ AVA BIKIN 
 
Desthilata siyasî ya AKP-MHP’ê dixwaze bi yekperestî, zayendîperestî, neteweperestî, talankirina xwezayê û mêtingeriyê desthilatdariya xwe ya faşîst biparêze. Polîtîkayên şer û dagirkeriyê yên li Rojava û Herêma Kurdistana Federe nîşaneya vê yekê ne. Şoreşa bi pêşengiya jinên Rojava jiyana nû ya hatî avakirin e. Şerê ku li Herêma Kurdistana Federe tê meşandin îlhaq û dagirkerî ye. Kuştinên rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên jin careke din nîşan didin ku; Ev şer jî şerên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û tinekirina jinan e. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bûn hedefa van êrişan. Soza me ji bo hemû rêhevalên me yên jin ên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ev e. Em ê tora herî mezin a têkoşîna jinan a navneteweyî ava bikin ku wê zextê li dewlet û hikûmetên serdest ên mêr ên cîhanê bike.
 
ŞIKANDINA TECRÎDÊ TÊ WATEYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK
 
Polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Ocalan ê li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin, nîşaneya herî girîng a karakterê faşîst a vê rejîmê ye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin pirsgirêkeke ewqas jiyanî û civakî ye ku tenê weke pirsgirêka mafên mirovan nikare bê nirxandin. Muxatabê aştiya bi rûmet a li van xakan; Bi paradîgmaya ku daye pêş birêz Ocalan e. Israra rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ya di polîtîkaya kûrkirina tecrîd û şer de ye. Şikandina tecrîdê tê wateya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Dîsa israra di vî şerî de tundiya li ser jinê, komkujî û xizaniya jinê kûrtir dike. Em ê êrişên dewletê yên li ser ziman, çand, govend û dirûşmên gelê kurd qebûl nekin. Bingeha paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê vê berpirsyariyê dixe stûyê me. Li ser vê hişmendî û îradeya xwe em ê weke jin ji bo parastina aştiya bi rûmet a li dijî şer, dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin û ji bo azadiya rêhevalên xwe yên jin ên dîl hatine girtin, rêxistinbûna xwe berfireh bikin, weke jin, em ê tevgera aştiyê ya herî xurt a li dijî şer pêk bînin.
 
EM Ê LI HERÊMAN RÊXISTINBÛNA XWE XURT BIKIN
 
Paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê, li hemberî van hemû êrişan parastina me ya herî mezin a rêxistinbûna me ye. Em ê bi vê hêza xwe di dema pêş de tora rêxistinên herêmî, platformên jinan û rêxistinên jinan ava bikin. Em meclîsa xwe ya jinan a bajêran û navçeyan bi hêztir bikin.  Em ê bi komîsyonên xwe yên herêman rêxistinbûna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
EM Ê DEST JI PARASTINA XWEZAYÊ BERNEDIN 
 
Rêxistinbûna jinên ciwan erka sereke ya meclisa me ya jinan e. Êrişên li ser jinên ciwan, bi taybetî jî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê li ser jinên ciwan tên meşandin, îro jiyana jinên ciwan li hemû welat dixe xeteriyê. Em baş dizanin ku rêya li hemberî van êrişan mezinkirin û xurtkirina rêxistina jinên ciwan e. Em pirsgirêkên li pêşiya rêxistina jinên ciwan weke pirsgirêka xwe dibînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi jinên ciwan re di vî warî de rêxistinbûnê mezin bikin. Li dijî êrişên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bi rêxistinên di vî warî de dixebitin têkoşîna herî xurt a ekolojîk bimeşînin. Em ê bi hev re li hemberî polîtîkayên rant û talanê daristan û çemên xwe biparêzin. Ji Cûdî heta Akbelen, ji Îkizdereyê heta Rîzeyê em ê dev ji parastina xwezaya xwe bernedin.
 
TORA TÊKOŞÎNÊ YA HERÎ XURT A LI DIJÎ XIZANIYA JINÊ 
 
Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên vî welatî xizaniya jinê ye. Polîtîkayên şer û tundiyê yên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê vê feqîriyê kûrtir dike. Li dijî hemû polîtîkayên ku keda malê paşguh dike, jinan ji qada giştî derdixîne û bi mêr ve girêdayî dike. Em ê tora têkoşînê ya herî xurt bi rêxistin bikin. Em ê bi polîtîkayên xwe yên rêveberiyên herêmî qadên xwe yên hilberînê ava bikin. Em ê bi hev re têbikoşin da ku daxwazên mafên ku dê hevgirtina bi jinên ku li dijî îstîsmara kedê li qadan, kargeh û qadên cemaweriyê li ber xwe didin, pêk bînin.
 
Şerên ku ji aliyê pergalên kapîtalîst ve hatine afirandin, bûne sedema koçberiya bi zorê ya giran. Koçberên ku ji ber şer neçar man cih û warên xwe biterikînin li cîhanê bûne hedefa zêdebûna nîjadperestî û hedefa li dijî koçberan. Îro jinên koçber û penaber her ku diçe bi her cure tundî, îstismarkirina kedê û xizaniyê re rû bi rû ne. Navendên vegerê yên welat ji bo jinên koçber bûne navendên îşkence û tundiyê. Em ê bi avakirina tora têkoşînê ya herî xurt a li dijî cudakarî, tundî û xizaniya jinên koçber û penaber re hevgirtinê mezin bikin.
 
Israra di siyaseta rêya 3'yemîn de
 
* Em ê bi parastina mîrateya ku me ji têkoşîna xwe girtiye jiyanek nû, azad û wekhev bi hev re ava bikin.
 
* Bi paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê mezinkirina rêxistinbûna jinê;
 
* Em ê polîtîkayên zayendperest ên hikûmetên serdest ên mêr têk bibin.
 
* Em ê xwe bi rêxistin bikin û bibêjin ku her jinek hatiye qetilkirin serhildana me ye. Em ê nehêlin keda me bê îstîsmarkirin.
 
* Li dijî cudakariya jinên astengdar em ê hevgirtinê mezin bikin.
 
* Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên ciwan têkoşîna me ye. Em ê dev ji vê yekê bernedin.
 
* Em ê nehêlin ku xwezaya me were talankirin.
 
* Di rêya 3'yemîn de em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin bikin.”
 

Sernavên din

25/04/2025
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê