RIHA - YSK’ê bi hineta “Ewlekariyê” biryar da ku sindoqa Taxa Yukari Doruklu ya Serê Kaniyê vuguheze Taxa Aşagi Doruklu ya qereqol lê tune ye.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), çend roj berê biryar da ku dê li 19 bajaran cihê 144 hezar sindoqan biguherîne. Sindoqên ku bi hinceta "ewlehiyê" biryara veguhastina wan hat dayîn, yek bi yek cihên wan ji aliyê Serokê YSK’ê Sadî Guven vê tên diyar dibin.
Di biryara hat dayîn de cihê 14 sindoqên Rihayê bên guhertin. Yek ji van sindoqan jî sindoqa Taxa Yukarî Doruklu ya navçeya Serê Kanî ya Rihayê ye. Sindoqa vuguhestin Taxa Aşagi Doruklu ya qereqol lê tuneye, rê li ber şaşwaziyê vekir. Li aliyekê behsa ewlekariyê tê kirin û li aliyê din sindoqan li cihên ku qereqol lê tuneye bi cih dikin.
Hat diyar kirin ku 14 sindoqên ku dengên HDP'ê pir zêde lê derdiketin, dê vuguhesin taxên dengên AKP’ê lê zêde derdikevin.
Cihê sindoqên din ên li bajêr bên veguhestin wihane;
SERÊ KANÎ
Dê sindoqa Taxa Aşagi Taşyalak veguhesin Taxa Aydogdu.
SÎWEREG
Dê sindoqa Taxa Keçîburcu veguhesin Taxa Şekerlî.
Dê sindoqa Taxa Îsteklî veguhesin Taxa Soylemez.
WÊRANŞAR
Dê sindoqa Taxa Adakoy, veguhesin Taxa Şolenlî.
Dê sindoqa Taxa Dîlîmlî veguhesin Taxa Gozelî
Dê sindoqa Taxa Kolagasi veguhesin Taxa Buyuk Bardakçi.
Dê sindoqa Taxa Eskî Kale veguhesin Taxa Kırbali.
Dê sindoqên Taxên Turkelî û Nergîzli veguhesin Taxa Aşagi Zok.
Dê sindoqên Taxên Bakimli û Mehmetçîk, veguhesin Taxa Karakuzu.
Dê sindoqa Taxa Êzidî Bozca veguhesin Taxa Taşyaka yên dijminantiya hev dikin
Dê sindoqa Taxa Orta Çokelî, veguhesin Taxa Demîrcî.