STENBOL – Yek jî parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Rêzan Sarica bal kişand ser parvekirinên wekî "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyana xwe ji dest daye" ên li ser medya civakî hatine parvekirin û aşkera kir ku nûçeyên bi vî rengî ji ber şidandina tecrîdê ne û wiha got: "Ji bo pêşî li vê yekê bê giritn tenê rêyeke heye. Ew jî divê teqes tecrîd bi dawî bibe."
Duh li ser medyaya civakî der barê mirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nûçe hatibûn parvekirin û hema piştî van parvekirinan Serdozgerê Komarê yê Bursayê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev îdia derewand. Di daxuyaniya serdozger de ev tişt hat gotin: "Hin hesabên medyaya civakî der barê hikumxwarê bi navê Abdullah Ocalan de hin parvekirin kirin û da zanîn ku miriye, ev nûçe tu bingeha wan tune. Dê Serdozgerê Komarê der barê van kesên ku agahiyên bê bingeh diweşîne de lêpirsînê bide destpêkirin, ev bi hurmetî ji raya giştî re tê pêşkêşkirin."
Parêzerê Buroya Hikûqê ya Asrînê Rêzan Sarica got ku "Wekî her kes jî dizane, miwekîlê me Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di bin tecrîdek mûtlaq de ye."
‘DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’
Sarica aşkera kir ku ji ber tecrîda giran ne parêzer û ne jî malbat dikare bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û wiha pê de çû: "Di qada cemaweiyê ya demokratîk de tu kes bikare bi Îmraliyê re danûnstandinê pêk bîne, hevdîtin û ziyaret pêk nayên. Di salên dawî de wekî nûçeya duh gelek nûçe hatin weşandin. Ev nûçe bi kîjan armancê û ji hêla kê ve tên parvekirin em nizanin. Lê ji ber tecrîda giran nûçeyên wiha tên parvekirin. Heta bi miwekîlê me re hevdîtina malbat û parêzeran pêk neyê, dê pêşî li nûçeyên bi vî rengî neyê giritn. Tenê rêyeke vê heye, ew jî divê tecrîd bê rakirin. Her çendî der barê nûçeya hatiye weşandin de daxuyanî hatibe dayîn û bê bingeh dabin nîşan jî, divê teqes em der barê tenduristî û ewlehiya miwekîlê xwe de agahiyan bigirin."