WAN - Serokê Baroya Wanê Murat Tîmûr, diyar kir ku dê sibê biçe şivanên ku li Şemzînanê rastî îşkenceyê hatin ziyaret bike
Li mezraya Binaharê ya bi ser gundê Nêrduşê ya girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê leşkerên derketin operasyonê bi saetan îşkence li Nasir Taş û Ramazan Aktaş ên şivaniyê dikin kirin. Şivanan serê sibê dema pezên xwe diçêrandin, komek leşkerên girêdayî Qereqola Durê rastî wan hatin û pêşiya wan birîn. Leşkeran bi qûndaxa tifingê, pihîn, kulm û gopalan li şivanan dan û îşekence li wan kirin. Têkildarî mijarê Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr li ser hesabê twîtterê ya navnîşana @murattimur daxuyanî da û diyar kir ku dê sibê biçin Şemzînanê û şivanên rastî îşkenceyê hatine ziyaret bikin. Tumûr xwest bi lezgîn der barê îşkenceya hatiye kirin de lêpirsîn bê vekirin û wiha got: "Ji bo alîkarî û piştgiriya hiqûqî em dê sibê biçin wan ziyaret bikin."