NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’iyên bi rojê diçin serdana gundan, bi şev jî beşdarî xebatên fitarê, paşîvê û vekirina buroyên hilbijartinê dibin û gel ziyaret dikin. HDP’iyan li Meletiyê malbata Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de hat kuştin, ziyaret kirin.
Rêxistina HDP’ê ya Yenîşehîra Amedê, di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de li taxa Dokuz Çelîk buroya pêwendiyê hilbijartinê vekir. Namzetê Parlamenteriya HPD’ê ya Amedê Selçuk Mizrakli, Aktîvîstên TJA û gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. Namzet Mizraklî di vekirina buroyê de axivî û got: “Em ê di 24’ê Hezîranê de mohrê wisan bi hêrs lêbixin ku dengê wê ji Enqere heya Edîrneyê olan bide. Bila 25’ê Hezîranê bibe berbanka azadiyê.”
PEYAS
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şev û roj bênavber xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. Rêxistina HDP’ê ya Amedê û navçeya Peyasê li taxa Medya ya Peyasê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Musa Farîsogullari, rêveberên HDP û DBP, aktîvîstên TJA, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan welatî tev li merasîma vekirinê bûn. Ber buroya hilbijartinê bi alên HDP’ê û posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî xemilandin. Li gel xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” rêzgirtin pêk hat.
Pişt re ewil Dayika Aştiyê axivî û
Namzet Salîha Aydenîz axivî û ji heft saliyan heta heftê saliyan yek bi yek silav kir. Aydenîz behsa rol û mîsyona HDP’ê û xebatên wê yên ji bo pêkanîna aştî, demokrasî û azadiyê kir.
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê qurdeleyê birîn û buroyê vekirin.
Li ber buroyê namzetan û welatiyan li ber def û zirnê govenda gerandin.
MEREŞ
Li Mereşê jî, xebatên hilbijartinê yên HDP’ê bê navber berdewam dikin. Namzetên parlamenteriya HDP’ê û endamên partiyê li navçeya Pazarcixê civînên gel li dar xistin û çûn serdana dikandaran. Piştî serdana dikandaran, HDP’î li bajaroka Narli ya Pazarcixê jî dikandarên Elewî ziyaret kirin û derbarê girîngî û ewlekariya hilbijartinê de dikandar agahdar kirin.
MELETÎ
Namzetên Parlamenteriya HDP’ê û rêveberên HDP’ê çûn serdaan tax û dikandaran. HDP’î li navçeya Battalgazî rastî eleqeyek mezin a welatiyan hatin. HDP’î dûre çûn serdana malbata Kemal Kurkut ê di Newroz 2017’an li Amedê hat kuştin. Dayîka Kurkut Sîncan Kurkut HDP’ê pêşwazî kirin. Di dema serdanê de rêveberê HDP’a Battalgazî helbestek xwend. Dûre namzetê HDP’ê Mehmet Tuncel, axivî û wiha got: “Ji bo ku êdî Kemalan neyên kuştin, em ê heya dawiyê têkoşîna aştiyê birêv bibin.”