ENQERE - Li gorî bersiva Wezareta Dadê ya derbarê hejmara girtiyan de da parlamentera CHP’ê Gamze Akkuş Îlgezdî, di 16 salên desthilatdariya AKP’ê de hejmara girtiyan 4 kat zêdetir bûn.
Alîkara Serokê Giştî û Parlamentera Partiya Gelan a Komarê (CHP) Gamze Akkuş Îlgezdî, derbarê girtîgehan de pêşniyaza agahî girtinê da bû Wezareta Dadê. Wezareta Dadê di bersiva da de, rastiya girtîgehan carek danî holê.
HEJMARA GIRTIYAN: 246 HEZAR Û 416
Li gorî agahiya wezaretê; ji 15’ê Gulana 2018’an ve bi giştî 246 hezar û 416 girtî û hikumxwar hene. Ji van 66 hezar û 902 girtîne, 28 hezar û 488 bêhikmî û 151 hezar û 26 jê hikumxwarin.
DI 16 SALAN DE JI SEDÎ 315 ZÊDE BÛ
Îlgezdî, piştî bersiva Wezareta Dad jî raporek amade kir. Di raporê de wiha hat gotin: “Ji roja ku AKP bûyî desthilatdar, di 31’ê Kanûna 2002’an de 59 hezar û 429 girtî hebûn. Lê dinava 16 salên dawî de ev hêjmar 4 katî mezindir bû. Di 31’ê Kanûna 2002’yan de hejmara hikumxwaran 34 hezar û 808 bûn û ev hejmar heya 15’ê Gulana 2018’an ji sedî 416 zêdetir bû û heya 179 hezar û 514’an bilind bû. Dîsan di heman dîrokê de hejmar girtiyan 172 zêde bû û ev hejmar ji 24 hezar û 621’an heya 66 hezar û 902’yan zêdetir bû.”
ROJÊ 109 KES DIKEVIN GIRTÎGEHÊ
Li gorî raporê; Di 7’ê Sibata 2018’an de hejmara girtî û hikumxwaran 236 hezar û 888 bû. Ev hejmar heya 15’ê Gulan 2018’an gehişt 246 hezar û 416’an. Di 3 mehemên dawî de girtiyên hatin berdan ji sedî 4.5 û wisan xuya dike ku hejmar girtî û hikumxweran li Tirkiyeyê dê zêdeti bibin. Tenê di 3 mehên dawî de 10 hezar û 528 kes hatin girtin. Bi vî awayî rojê 115 kes tên girtin.
HEJMARA GIRTIYÊN ZAROK JÎ JI SEDÎ 51 ZÊDE BÛN
Ji roja AKP bûyî desthilatdar û vir ve hejmara girtî û hikuxwarêm zarok derket 2 hezar û 45’an. Di dwiya 16 salan de ev hejmar ji sedî 51 zêde bû û derkt 3 hezar û 85’an.
HEJMARA JINÊN GIRTÎ JÎ JI SEDÎ 375 ZÊDE BÛN!
Li Tirkiyeyê ji ber zêdebûna tundî û kuştinên jinan, hejmara girtî û hikumxwarên jin ê li girtîgehan derket holê ku di asta herî tirsnak deye. Roja ku AKP bû desthilatdar hejmara girtî û hikûmxwarên jin 2 hezar û 108 bûn û ev hêjmar heya 15’ê Gulan 2018’an bû 10 hezar û 19. Li gorî danayên Wezarate Dadê din ava 16 salan de girtiyên jin ji sedî 375 zêde bûne.
NIFÛSA GIRTÎGEHAN JI 15 BAJARAN ZÊDETIRE
Hejmara girtî û hikûmxwaran 246 hezar û 416 e. Li gorî danayên TUÎK’ê yên sala 2017’an, nifûsa li girtîgehan ji nifûsên bajarên Ardahan, Artvîn, Bayburt, Bartin, Bîlecîk, Çankiri, Erzîngan, Gumuşhane, Îdir, Karabuk, Karaman, Kirşehîr, Kîlîs, Sînop û Dersim zêdetirin.
LI ŞÛNA GIRTÎGEHÊN NÛ MEKANÎZMAYÊN EDALETÊ
Alîkara Serokê Giştî yê CHP’ê Gamze Akkuş Îlgezdî, derbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Pirsgirêk ne girtîgehên nû avakirine, pirsgirêk mekanîzmayên edaletê baş kirine. Girtîgehên nû çêkirin nikare pêşiya sûcan bigire. Berevajî koletir dike. Ji bo çareseriyê divê edalet pêk were.”