AMED – Li Buroya Jinan a HDP’ê ya li Ofîsa Amedê du kesên nasnameya wan ne diyar bi gotinan tacîzê jinan kirin û gef li wan xwarin.
Ji polîsan bigire heta komên nijadperest, li her deverê li dijî xebatên HDP’ê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê astengî derdixin. Piştî van astengiyan li Buroya Hilbijartinê ya Jinan a HDP’ê ku li semta Ofîsê ya Amedê ye xebatkarên jin rastî tacîza gotinî ya du zilamên nasnameya wan ne diyar hatin. Du kesên nasname ne diyar çûn buroyê, ewil nava buroyê kontrol kirin. Her du kesan ewil heqaret li du jinên HDP’î yên berpirsyar kirin. Pişt re jî bi gotin û tevgera xwe jinan tacîz kirin.
‘ME TACÎZ KIRIN Û GEF LI ME XWARIN’
Jinan bertek nîşanî her du kesan da. Li ser vê yekê balkêş bû ku kesek ji yê din re got “Gelo em şaş hatine vir.” Rêvebera HDP’a Yenîşehîrê Avniye Tanrikulu ya bi tacîz û heqaretan re hevrû ma behsa bûyerê kir. Tanrikulu anî ziman ku her du kesan ewil semawera çayê kirine hincetê nîqaşê û wiha got: “Ji ber semawerê gef li me xwarin. Li gel semawer ne li ber çavan e û di wê kêliyê de çay di hundir nîn bûye jî dîsa nîqaşê bi çayê dan destpêkirin. Heqaret li me kirin û gef li me xwarin. Bê hurmetiyê kirin. Bi ser me ve dihatin. Piştî me bersiva wan da, neçar man ji buroyê derkevin biçin.”
‘LI DIJÎ JINAN BI ZANEBÛN VAN ZEXTAN DIKIN’
Tanrikulu destnîşan kir ku buroya wan a jinan e û li vir xebatên hilbijartinê birêve dibin. Tanrikulu da zanîn ku piştî fitarê çayê çêdikin û li mêvanên xwe belav dikin. Tanrikulu diyar kir ku tacîz û gefên her du kesan bi zanebûn bûye û wiha got: “Li dijî jinan ev bûyerek bi zanebûn û hişmendî ye. Hin kesan van bi zanebûn şandiye vir. Armanca wan tirsandina me bû. Lê bila dizanibin em natirsin. Em ê qet paş de jî gav neavêjin. Em ê dest ji vê têkoşîna xwe jî bernedin.”