MÊRDÎN – Namzeta HDP'ê ya Mêrdînê Parêzer Ebrû Gunay, ku bi salan parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir, bal kişand ser şert û mercên Îmraliyê û got: "Li dijî vê tecrîdê pêdivî bi siyaseteke çalak heye. Em ê ji bo vê yekê têbikoşin."
HDP'ê Ebrû Gunay, parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Mêrdînê di rêza çaran de wekî namzet nîşan da. Gunay ku yek ji parêzerên Biroya Hiqûqa Asrinê ye, di sala 2009'an de di çarçoveya "Operasyona KCK"ê de hatibû girtin. Akin ku ji çewligê ye, 5 salan di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket bû parêzera Ocalan.
Gunay, diyar kir ku taybetiyeke demokrafîk a xumal a Mêrdînê heye û ji bo xurtkirina dînamîka vî bajarî ew ê tev bigerin. Gunay, destnîşan kir ku partiya wê di warê polîtîkayên jinan de gelek tiştên cuda kirine û ew ê tevî jinên bajrê bi feraseteke demokrasiyê bitêkoşin. Gunay, bilêv kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de pêkanînên ku azadiya jinê sînordar dikin rawestînin û got: "Em dixwazin reng û hêza jinê veguhêzînin Meclîsê. Ebrû bi tena serê xwe ne tiştek e. Hevrêyên Ebrûyê hene. Em ê bi vê piştevaniyê bitêkoşin."
‘JI BO AŞTIYA CIVAKIYÎ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
Gunay, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: "Têkoşîna li hemberî tecrîdê peywira me hemûyan e." Gunay, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan wekî amûreke çewisandinê tê bikaranîn, lê belê ji bo pêkanîna aştiyeke civakiyî demildest divê tecrîd bê rakirin. Gunay, diyar kir ku polîtîkayên li Îmraliyê tên kirin li tevahiya Tirkiyeyê belav bûne. Gunay got, ew di şert û mercên tecrîdê de amadekariyên hilbijartinê dikin.
Gunay, bilêv kir ku divê tenê di çarçoveya pêvajoyeke hiqûqî û polîtîk de li polîtîkayên li Îmraliyê neyê nerîn û got: "Ev di nav xwe de jî ketine hev. Rastiyeke heye, ew jî rastiya Birêz Ocalan. Li hemberî vê tecrîdê pêdivî bi siyaseteke çalak heye. Em ê ji bo vê yekê bitêkoşin."