ERDEXAN – Li Erdexanê, di du salên dawî de hema bêje tu rêveber, endamên partiyê, ciwan û xwendekar neman ku nehatin girtin. Di vê hilbijartinê de dê û bavên kesên hatin girtin xebatên hilbijartinê hilgirtin ser xwe.
Li Erdexanê, di du salên dawî de rêveber, endam û sempatîzanên HDP'ê, xwendekar û ciwan bi awayekî sîstematîk tên girtin. Welatî derpêş dikin ku ev yek li ser fermana Walîtiya Erdexanê pêk tê. Lê belê piştî van girtinan, niha dê û bavên kesên girtî xebatên hilbijartinê dimeşînin. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Erdexanê partiya yekem HDP bû.
‘MIN MALBATA XWE LI STENBOLÊ HIŞT Û HATIM'
Hîkmet Karataş (65) ku li Stenbolê dijî û ji bo xebatên hilbijartinê hat, destnîşan kir ku HDP di çarçoveya jiyaneke azad û bi hev re de hatiye avakirin. Karataş bilêv kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi partiyeke weke HDP'ê heye.
‘JI BO RIZGARIYA CIWANAN ME TÊKOŞÎN DEWR GIRT'
Karataş, bal kişand ser girtinên ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ên li bajêr pêk hatin û got: "Ciwanên me yên li vir dixebitîn hemû an hatin girtin an jî hatin binçavkirin. Di 7'ê Hezîranê de atmosfereke pir baş hebû. Nemaze jî bi xebata ciwanan me parlementerek şand Meclîsê, lê belê pir hindik mabû me yê dudoyan jî bişandana. Wê çaxê li Erdexanê em partiya yekem bûn. Piştî van encaman li Erdexanê bi çewisandinan hatin ser partiya me. Eger em hejmara xwednekarên ku li Erdexanê hatin girtin berawirdî yên tevahiya Tirkiyeyê bikin, hejmareke gelekî zêde ye. Hîn jî ciwan û xwendekarên me girtî ne. Yanî li bajarê me dosyeyeke der barê me û hilbijêrên me de tê girtin, yeke din tê vekirin. Em ê wê alaya ku ciwanên me di 7'ê Hezîranê de dewrî me kirin, em ê di vê hilbijartinê bi serketinê li ba bikin." Karataş, diyar kir ku dê di vê hilbijartinê de extiyarên bajêr xiwan bibin û wê têkoşîna birûmet a ciwanan dewr bigirin û got: "Ev têkoşîn a me hemûyan e û em ê bi hev re rizgar bibin." Her wiha Karataş destnîşan kir ku ew bi xwe bawer in ku ew ê du parlementeran ji Erdexanê bişînin Meclîsê û got: "Ji bo mirov careke din ji ber rengê xwe, fikr û ramanên xwe û nasnameya xwe nemirin em dibên HDP."
'LI ŞÛNA CIWANAN MALBATÊN WAN Û GEL HEYE'
Şaban Akturkê 70 salî ku bi awayekî çalak tev li xebatên hilbijartinê bûye, serketina 7'ê Hezîranê bi bîr xist û got: "Kesên ku wê serketinê hezm nekirin gotin 'ka em Erdexanê çavtirsandî bikin' û hemû ciwanên me yên dixebitîn binçav kirin û girtin. Li derve rêeveberek me jî nehiştin, lê belê dîsa jî me partiya xwe negirt û çi dibe bila bibe em ê negirin. Li şûna ciwanên me dê, bav û kalên wan hene. Li şûna ciwanan gel heye. Ligel girtinan, dîsa jî hejmara me zêde dibe. Înşeleh em em ê 2 parlementeran bişînin Meclîsê." Akturk, destnîşan kir ku ew ê qethiyen dev ji têkoşînê bernedin û got: "Ez 70 salî me. Kurê min jî hat girtin. Li şûna wî ez û dayika wî û kekê wî hene. Em hemû li ser navê wî xebatên xwe dikin. Yanî tepisandin tune ye. Hikûmet çiqasî ditepisîne bila bitepisîne, dê nikaribe gel bitepisîne. Piştî girtinên li bajêr, dê û bavên ciwanên ku nedihatin partiyê, niha tên û tev li xebatan dibin. Ev tiştekî girîng û cihê kêfxweşiyê ye."
MA/ Mahmut Ruvanas