Hatîmogûllari: Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin

COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew di têkoşîna li dijî birçîtî û xizaniyê de biisrar in û got: “Ji bo edalet, nan û aştiyê em ê heta dawiyê têbikoşin.” 

Bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li ber Deriyê Sînor ê Giraneyê yê navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê daxuyanî hate dayin. Hatîmogûllari, bal kişand ser qetilkirina Narînê û xwest bûyerê ji her alî ve bê zelalkirin. 
 
Hatîmogûllari, wiha domand: “Cenazeyê wê piştî 19 rojan şevê din hate dîtin. Ew bedena biçûk çawa ji holê hate rakirin, li wî gundî çi diqewime, çi lîstik hene, kî di nava vî karî de heye... gelek pirs hene. Zarokek a 8 salî niha di bin axê de ye. Ev zarok çima ji holê hate rakirin, çima hate qetilkirin? Kî li pişt vî karî ye, kê ev cînayet teşwîq kir, kê dizanî lê bêdeng ma? Ji duh ve bajarên Kurdistanê li ser pêyan e. Rewşekî wisa heye ku kujerên Narînê û hêzên li pişt wan tên parastin. Di serî de hiqûqnas û rojnameger, gelek kes pirsan dike. Mecbûr in ku van pirsan bibersivînin. Cînayetên zarokan polîtîk in. Narîna biçûk û hêja, me efû bike ku me nekarî rê li ber mirina te bigirin. Me efû bike ku me nekarî te bibînin. Bila stêrk rêhevalên te bin.”
 
 
'BÊEDALETIYA HERÎ MEZIN LI VÎ BAJARÎ TÊ JIYÎN’ 
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari anî ziman ku dê têkoşîna xwe ya ji bo ked û edaletê bidomînin. Hatîmogûllari, diyar kir ku bêedaletiya herî mezin li Colemêrgê tê jiyîn. Hatîmogûllari, anî ziman ku tevî veguhestina leşker û polîsan jî ew di hilbijartinê de li Colemêrgê bi ser ketine. Hatîmogûllari, bal kişand ser tayînkirina qeyûm û wiha pê de çû: “Mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê kurd ji destê wan digirin. AKP a ku nikare li ser sindoqê bi ser keve, hewl dide bi rêya qeyûman xesp bike. Bi rêya darbeyê û bi awayekî çetetî şaredariya me ji dest me derxistin. Tayînkirina qeyûm, darbeya li dijî îradeya siyasî ye. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Em ê heta dawiyê li dijî qeyûm têbikoşin.”
 
NAVÊ DERSA EWIL: XIZANÎ
 
Bi domdarî Hatîmogûllari da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de li gelek cihan geriyane û li her derê gel bi gilî û gazinc e. Hatîmogûllari destnîşan kir ku gel tî, birçî ye û nikare heqê kirê û fatûreyên xwe bide. Hatîmogûllari, got ku par 700 hezar xwendekaran ji ber pirsgirêkên aborî dev ji dibistanê berdane. Hatîmogûllari, got ku navê dersa ewil a perwerdeya îsal “Xizanî” ye. 
 
'DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN DEMOKRATÎK WERE ÇARESERKIRIN’ 
 
Hatîmogûllari, da zanîn ku li gorî îstatîstîkan bajarê herî xizan Colemêrg e û wiha pê de çû: “Xelk debara xwe bi sewalkariyê dike lê nikare biçe gundên xwe. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Mafê her kesî heye ku li ser xaka xwe têr bibe, hilberîne û bijî. Mixabin li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet hene. Mêrg û zozan qedexe ne û sewalkarî tune dibe. Sedema vê jî şerê tê domandin e. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
'TU BAJARÊN SER SÎNOR EWQAS XIZAN NÎNIN’ 
 
Hatîmogûllari, got ku ji ber cotstandartiyên li dijî xelkê herêmê, gel mexdûr dibe û ev tişt anî ziman: “Li Colemêrgê 3 deriyên sînor hene. Lê li tu deverekê cîhanê bajarekê deriyên wê yên sînor hene ewqas xizan û birçî nîne. Lê li vir ji ber polîtîkayên taybet ên li dijî kurdan, wateyeke van deriyên sînor namîne. Deriyê Sînor ê Rûbarokê jî bi temamî nekêr e. Kengî bixwazin digirin, kengî bixwazin vedikin. Gelo we qet deriyê sînor ê ji wesayîtan re girtî dîti ye? Cihêkariyeke etnîkî ya mezin heye. Heke li vir gelekî din hebûya, niha zû de rê hatibûna çêkirin û derî bihata çalakkirin.
 
Sînor, ji baronên tiryakê re vekirî ne lê ji bo du kartonên cigareyan ên welatiyên debara xwe dikin girtî ne. Ji vê re jî dibêjin qanûn. Lê ev kes qanûnan nas nakin. Polatan berdidin lê girtiyên siyasî bernadin. Deriyên sînor jî mîna vê ye, ji bo tiryak û qaçaxçiyên mezin serbeste lê ji bo gelê bi bavulên biçûk bazirganiyê dike qedexe ye. Em vê qebûl nakin. Divê deriyên sînor bên çalakkirin. Xelkê Colemêrgê tê cezakirin.”
 
‘SIYASETA WAN A DERVE MUHABERAT ÎHA Û SÎHA YE’
 
Hatîmogûllari, banga aştiyê li dewletê kir û xwest pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Hatîmogûllari, anî ziman ku bi qetilkirina sivîlên başûrê Kurdistanê, bi girankirina tecrîda li Îmraliyê û bi operasyonên derveyî sînor tu encam nayên bidestxistin. Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Siyaseta îktîdarê ya derve bi temamî bûye muhaberat ÎHA û SÎHA. Em vê siyasetê red dikin. Divê siyaseta derve aştiyane be. 
 
PEYAMA YEKITIYA NETEWEYÎ
 
Yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji bo piştevanî û têkoşîna rêxistinkirî ya gelên herêmê gelek girîng e. Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin. Heke aştî tune be, edalet tune be wê demê tu tiştek nîne. Lewma em ewqas zêde qala yekitiyê dikin. Em dixwazin strana aştiyê bi dengekî bilindtir bibêjin. Ji bo vê jî divê em ji bo aştiyê xwe bêhtir birêxistin bikin û polîtîkayeke aştiyane li dijî derve bimeşînin. Lewma em li ser sînor, li Rûbarokê banga aştiyê li hemû gelan dikin.”
 
Hatîmogûllari piştî daxuyaniyê bi xelkê li deriyê sînor re civiya. 
 

Sernavên din

18/04/2025
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da