STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku AKP ji jinan ditirse û got: “Yên di 24’ê Hezîranê de mohra xwe li hilbijartinê bidin jin in.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan tev li vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê bû. Aktîvîstên TJA, namzetên HDP’ê yên Stenbolê Cansu Îrem Kalender, Sema Uçar, Servet Gungordu, Irmak Dumlupinar, Alya Akkuş û Sultan Karasu jî beşdar bûn.
Di vekirina buroyê de jinan dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", “HDP hêvî ye û hêvî li ser piya ye” berz kirin. Buldan û heyeta pê re bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Jinan li derdorê pankarta “Jin dibêjin temam û jiyanê azad dikin” daliqandin.
‘KEDA ME DIMÊT IN’
Buldan di vekirina buroyê de axivî û wiha got: “Em jin ên ku nîvê civakê temam dikin her tim tune hatin hesibandin. Têkoşîna me ya hevpar ji nedîtî ve hat. Li ser beden, ked û nasnameya me her cure mêtingirî pêk hat û didome. Dixwazim me li malan heps bikin. Tev li hemû tiştên jinan dibin. Me li her deverê têkoşîn da û em ê bedela têkoşîn dayînê berdewam bikin.”
'AKP JI JINAN DITIRSE’
Buldan destnîşan kir ku herî zêde namzetên jin di partiya wan de hene û wiha dewam kir: “HDP partiyek jinan e. Ji bo em partiya jinan in, mafê jinan diparêzin û em têkoşîna azadî û wekheviyê didin ji me ditirsin. Ji ber em têkoşîna azadiya jinan didin ji me ditirsin. AKP ji jinan û HDP’ê ditirse. Ji ber vê yekê parlamenter û hevşaredarên me jin û hevalên me din digirin diavêjin girtîgehê. Dê tirsa wan têk biçe û wê têkoşîna jinan li kolanan û li her deverê bi ser bikeve.”
‘24 HAZİRAN’DA KADINLAR DAMGA VURACAK’
Buldan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona jinan di hilbijartinê de û got: “Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de yên mohra xwe li hilbijartinê bidin jin in. Wê azadiya Gultan, Çaglar, Fîgen û Sebahat di 24’ê de pêk were. Em jin ji bo 24’ê Hezîranê amade ne. Jin dê azadî û wekheviyê bînin.”
‘BILA ERDOGAN JI NEVIYÊ XWE HEZ BIKE’
Buldan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Yên vî welatî biguherînin jin in. Em bi vîn û zayendiya xwe li qadan bin. Em ê mal bi mal, kolan bi kolan û tax bi tax bigerin û xebatê birêve bibin. Bila Erdgoan jî biçe li malê ji neviyên xwe hez bike.”