MINBIC – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş bersiv da nûçeyên der barê dê di mehekê de Minbic bê valakirin û diyar kir ku bajar di kontrola wan de ye û di navbera koalîsyon û Tirkiyeyê de peymanek têkildarî Minbicê jî pêk nehatiye.
Ajansa Anadoluyê (AA) duh têkildarî hevdîtinên DYA û Tirkiyeyê nûçeyek bê binî serwîs kir û îdia kir ku dê ji 4’ê Hezîranê şûn ve YPG û YPJ di mehekê de Minbicê vala bike.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYA Heather Nauert pêr bi civîna çapemeniyê ragihandibû ku têkildarî Minbicê hevdîtina di navbera wan rayedarên Tirk re negihîştiye tu encamê. Li gel vê daxuyaniya DYA’yê AA nûçe serwîs kiribû. Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş nûçeya AA’yê derewand.
Derwîş bibîr xist ku beriya niha jî nûçeyên bi vî rengî di çapemeniyê de hatibûn weşandin û got: “Ev parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. Bajar hêj di kontrola me de ye. Di navbera koalîsyon û Tirkiyeyê de peymanek bi vî rengî nehatiye kirin.”
'ARMANCA WAN ŞERÊ KURD Û EREBAN E’
Derwîş destnîşan kir ku bi hêzên koalîsyonê re ku Mincbicê ji DAIŞ’ê rizgar kirin piştevaniya QSD’ê hêj dike û nûçeyên bi vî warî de ku di çapemeniya tirk de derketin rastiyê dernaxe holê.
Derwîş anî ziman ku Tirkiye dixwaze hemû axa Bakurê Sûriyeyê dagir bike û wiha got: “Tirkiye dixwaze qeyranê derbixe û şer kûr bike. Ji bo vê plana xwe jî bi ser bixîne, xwe arasteyî Minbicê dike û dixwaze vala bike. Heta li herêmê dixwazin şerê kurd û ereban derbixin. Ev bi xwe jî parçeyek plana wan e. Lê bila gelên me dizanibin tiştek wiha nîne.”
'MECLÎSA LEŞKERÎ YA MINBICÊ HEYE’
Derwîş bi bîr xist ku Tirkiye beriya niha jî bi boneya Minbicê bi DYA û koalîsyonê re hevdîtin kiriye.
Derwîş diyar kir ku heya wan ji hevdîtinê heye û ev tişt got: “Em ji tiştên di demên dawî de diqewimin haydar in. Lê feqet tişta ku çapemeniya tirk serwîs dike û tiştek wek peyman û plansazî nîne. Ev bi temamî derew e. Em ê di rojên pêş de der barê vê mijarê de raya giştî agahdar bikin. Piştî her hevdîtinê tiştên wiha derdixin pêş. Em carek din dibêjin; liv ir Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heye û ew bajar birêve dibin. Ji bilî Meclîsa Leşkerî tu hêzek din nîne.”
MA / Nazim Daştan