STENBOL - Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, polîtikaya AKP’ê ya “Em de piştî 24'ê Hezîranê aboriyê rast bikin' rexne kir û got: "Ger ku çareseriyek we hebe aşkere bikin. Em wekî HDP'ê partiya alternatif a gelên Tirkiye ne. Em dê bernameya alternatif a aboriyê pêş bixin.
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Stenbolê ku di rêza yekemîn de cih digire Prof. Dr. Erol Katircioglu polîtikayên AKP'ê yên li ser aboriyê rexne kir û diyar kir ku ew wekî HDP'ê dê bernameya alternatif ya aboriyê pêş bixin. Katircioglu, ku di sala 1970’an de tev li siyasetê bû, Li Lîseya Kabataş a kuran Nûnertiya Dev-Lisê kir. Di salên 1971-1975'an de Akademiya Ilbê Bazirganiyê û Aborî ya Stenbolê (İİTİA) xelas kir. Pişti zaningehê demekê di Partiya Karkerên Sosyalist a Tirkiye de cih girt. Sazumankariya Komeleya Aştiyê kir. Piştî doz lê hat vekirin û ceza jê hat xwestin derket dervê welat. Di sala 1984'an de dîsa vegeriya Tirkiye. Katircioglu piştî demekê li Tirkiye ma çû DYA. Li zanîngeha Wisconsin a DYA demekê xebat kir. Di sala 1987'an de vegeriya Tirkiye. Li Zanîngeha Marmara di beşa Îktîsadê ya Îngîlîzî de kar kir.
ŞÊWIRMENDIYA ABORÎ YA ÎNONU KIR
Katircioglu, di sala 1991'an de dema hikûmeta 49’an hat avakirin, şewirmendiya aborî ya Cîgirê Serokwezîrê wê demê Erdal Înonu kir. Di komîsyona "Zagona Parastina Reqabetê' de cih girt. Piştre di nava xebatên Partiya Gel a Sosyaldemokrat (SHP), Partiya Wekhevi û Demokrasiyê (EDP) û Partiya Keskan û Pêşeroja Çep (YSGP) de cih girt. Katırcioglu, dîsa di nava sazumankariya HDP’ê de jî cih girt. Demekê ji bo Rojnameya Ozgur Gundem û Tarafê ku bi KHK'ê hatin girtin jî nivîskarî kir.
‘HDP PARTIYA PÊŞEROJÊ YE'
Katircioglu, diyar kir ku HDP partiya pêşerojê ye û wiha got: "HDP hemû daxwazên gelên bindest yên kurd û Tirkiye di qada siyasetê de niqaş dike û ji bo wê li çareseriyê digere. Partiya pêşerojê ye. Ji bo hemû nasname azad bijîn û bi rengê xwe bijîn têdikoşe. HDP nê pirsgirêka nasnameyê ya hemû partiyan bibe meclîsê. Dê li meclîsê li çareseriya pirsgirekan bigere. HDP dê hewl bide ku hemû nasnameyên cuda bi hevre bijîn. Ji ber vê yekê ez bê fikar û bê teredut dibêjim HDP. Niha hewaya hilbijartina 7'ê Heziranê di nava HDP'ê de heye. Xebaten herî bi coş û rengîn yên HDP’ê ne. Gel bi dilgermî li xebatên HDP'ê dinere. Em bang li hilbijêrên CHP'ê jî dikin ku ji bo HDP di bin bendê de neyê hiştin piştgiriyê bidin HDP'ê."
Katircıoglu, bal kişand ser pirsgirêka Aborî û wiha got: "Tirkiye êdî mohtacî sermayedarên biyanî ye. Ji bo çerx bizîvire êdî dowîzên qezenç dike têr nake. Piştî hilbijartinê dê paketek aborî têkeve meriyete. Ev yek dê di elehê gelê Tirkiye de be. AKP soza rastkirina aboriyê dide. Ji sedî 60 Tirkiyeyek bi vi reni naxwazin.
‘EM DÊ RÊ LI PÊŞ DEYNAN BIGIRIN'
Katircioglu, anî ziman ku pêşniyara ku deynê krêdiyan tevî betal bikin girîng e. mirov mohtacî kartên krêdiyê hatine kirin. Divê êdî kartên kredî ji rojevê derkevin. Ger ku em bixwazin gel rehet bikin divê em kartên krdêdî ji holê rakin. Divê em li gorî butçeya xwe xerç bikin.
MA / Yasin Kobulan – Muhammet Dogru