ŞIRNEX - Li hunermend Nûdem Dûrak ku ji 3 salan zêdetire di girtîgehê de ye, piştî 3 meh cezayê hevdîtinê vê carê jî mehek cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê hat birîn.
Endama Koma Sorxwîn Nûdem Dûrak ku di Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê de ye, çend meh berê 3 meh cezatê hevdîtina vekirî û girtî lê hatibû birîn. Lê belê niha jî mehek cezayê qedexekirina hevdîtina bi riya telefonê lê hat birîn. Dûrak, ku di 22'yê Nîsana 2015'an de ji ber stranên bi kurdî hat girtin û 19 sal ceza lê hat birîn, di hevdîtina bi riya telefonê ya dawî ku bi malbata xwe re pêk anî, ragihand ku ceza lê hatiye birîn.
Malbata Dûrakê, diyar kir ku di dema hevdîtineke vekirî de gardiyanan ji wan re gotiye eger ew pêlavên xwe dernexin dê nikaribin bi xizmên xwe re hevdîtinê çêbikin û ji ber ku girtiyan ev rewş şermezar kiriye, ceza li wan hatiye birîn. Dayik Hatîce Dûrak ku bi riya telefonê bi keça xwe re hevdîtin çêkir, 9 meh in wê bi keça xwe re hevdîtin çênekiriye û bêriya dengê wê kiriye. Dayik Dûrak got: "Bi temamî pêwendî qut kirin. Ji malbata du hevalên ku ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê tê xwestin ku pêlav û gorên xwe derxînin. Ji ber ku malbat ev yek qebûl nekirine, nehiştina bi zarokên xwe re hevdîtinê çêbikin. Ji ber vê 4 hefte cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê li wan hatiye birîn."
‘JI BER KU KURD IN TÊN GIRTIN'
Dûrak, anî ziman ku girtî tim tên çewisandin û her hefte bi ser qawîşên wan de tê girtin û got: "Zarokên me avêtin zindanê û bi ser de jî zilmê li wan dikin. Tenê ji ber ku kurd in wan dixin girtîgehê. Em li pişta zarokên xwe ne û em vê yekê qebûl nakin."
Dayik Dûrak, anî ziman ku der barê rewşa keça wê de şik û gumanên wê hene û bang li her kesî kir ku di vî warî de bi hesas tev bigerin.