DFG: Êrişên li ser rojnamevanan zêde bûne û gelek malperên înternetê hatin qedexekirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - DFG’ê rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê” aşkere kir. DFG’ê diyar kir ku êriş û zextên AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan zêde bûne û MA jî di nav de 6 malperên înternetê hatin qedexekirin û hejmareke zêde yên platformên medya dîjîtal jî hatine astengkirin. 

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora “Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Meha Tebaxê” aşkere kir. DFG’ê bal kişand ser êriş û zextên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên li ser rojnamevanan û da zanîn ku di meha tebaxê de gelek malperên dîjîtal medyayê hatine sansurkirin, xwegihandina nûçeyan hatiye astengkirin, Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn, ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşamê jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn, hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin û her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan biriye.
 
Rapora DFG’ê wiha ye: “Êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê di meha Tebaxê de hêj zêdetir bûn. Desthilata ku şerê xwe yê li dijî Kurd veguhest Herêma Kurdistana Federe li gel şirîkê xwe PDK’ê dest bi polîtîkaya êrişên berfireh ya bi ser rojnamegeran de kir. 
 
ROJNAMEVAN TARA Û BAHADÎN HATIN QETILKIRIN
 
Êrişên ku di meha Tîrmehê de li gel nokeriya PDK’ê berfireh bûn, di 23’ê Tebaxê de Tirkiyeyê di nava sînorê Herêma Kurdistana Federe de li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta sivîl bombebaran kir. Ajansa Rojnewsê ya navenda wê li Suleymaniyê aşkera kir ku di êrişa hewayî de Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara jiyana xwe ji dest dane. Ji bo qetilkirina rojnamegeran di serî de li Kurdistanê û li gelek welatên din ên cîhanê bertekên tûnd hatin nişandan û êriş bi tundî hat şermezarkirin. Di van daxuyanî û xwe pêşandanên protestoyan de hat xwestin ku li dij van êrişên hov ên Tirk de qada navneteweyî xwedî helwest û berpirsiyar be. 
 
DI DAXUYANIYA ŞERMEZARKIRINÊ DE ROJNAMEVAN HATIN DERBKIRIN
 
Êrişa qetilkirina rojnameger Tara û Bahadîn dema li Amedê ji aliyê hevpîşeyên wan ve bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin, polîsên tirk êrişî van rojnamegeran kir û ji wan rojnamegeran gelek jê hatin derbkirin. Li gel van hemu êrişên polîsan jî qetilkirina rojnamegeran bi daxuyaniyek hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi tu awayî dê li dijî van êrişên hov bêdeng nebin û dengê Çapemeniya Azad dê hêj gurtir û bilintir bikin. Peyama parastin û piştgiriya rojnamegeran ya heta bi heta hat dayîn. 
 
XWEGIHANDINA INSTAGRAMÊ Û ROBLOXÊ HATE ASTENGKIRIN
 
Siyaseta AKP’ê û MHP’ê ya di polîtîkaya şer de israr dike bi ser civakê re weke sansura girankirî her diçe tê kûrkirin. Mînaka polîtîkaya sansurê ya herî dawî di roja duyamîn a meha Tebaxê de girtina tora Instagramê ye ku ji aliye milyonan ve tê bikaranîn. Instagram, bi biryara roja 2’yê Tebaxê ya Saziya Zanist a Teknîk û Ragihandinê ve xwe gihandina pergala Instagramê hat qedexekirin.  Di roja 10’ê Tebaxê de di çarçoveya lihevkirina Tirkiye û Metayê de biryara qedexe ya xwe gihandina Instagramê hat rakirin. Tirkiyeyê piştî Youtube û Wikipedia’yê, Instagram jî kir bazara sansurê. Li gor vê bazara qirêj dê van her sê qadên medya dijital bi hev re bibin parçeyekî êrişên bi ser azadiya raman ya gelê kurd û muxalîfan. 
 
Di nav rojên ku Instagram hat girtin de pergala Roblox ku ji aliyên milyonan ve tê bikaranîn jî hat asteng kirin. Di vê platforma Roblox’ê de lîstikhezan lîstik dilîst û hin kes jî bi tasarimên xwe lîstikên nû diafirand û di ser vê de qezenc bi dest dixistin. Bi daxwaza Buroya Sucên Zanîst a Teknolojî û Ragihandinê Dadgeha Edeneyê ya 6’emîn a Cezaya Sulhê bi angaşta ku bi hin naverokan zarok tên îstîsmarkirin roja 7’ê Tebaxê biryara qedexeya xwe gihandinê danî ser Malpera Platforma Robloxê. 
 
HEJMAREKE ZÊDE YA MALPERÊN ÎNTERNETÊ HATE ASTENGKIRIN
 
Ji ber betlana Edlî di vê mehê de darizandin û danişîn pêk nehatin. Lê di meha Tebaxê de ango betlana Edlî de hejmareke zêde ya malperên înternetê, hesabên X’yê bi biryarên dadgehên nobedar ên qedexeyê hatin astengkirin. Van biryarên qedexeyê yên xwe gihandina ji bo agahî û nûçeyên ku hatine dayîn jî balkêşe û divê binê wan baş bên xêzkirin. Di binê van nûçeyan de pirtir jî navên kesayetên AKP’î dertên pêş. Weke ku ji bo gendelî û nelirêtiyên van kesayetan û binpêkirinên mafan bi destê darazê bê sansurkirin û ji gel bê veşartin hatine derxistin.  
 
JI BO HEJMAREKE ZÊDE YA TV’YAN CEZAYÊ PEREYAN HATE BIRÎN
 
Saziyên weke RTUK, BTK jî betal neman û ji bo hêjmareke zêde malperên internetê biryara girtin û xwe gihandina nûçeyan astengkirin. Li gor raporê herî kêm ji bo naveroka 401 nûçeyan biryara qedexeyê hat girtin. Ajansa Mezopatamya jî di nav de ji bo 6 malperên înternetê biryara qedexeya xwegihandinê hat dayîn. Ji bo 88 navarokên medya dijîtal ku di nav de rojnameya Yenî Yaşam jî heye biryara astengkirinê hatiye dayîn. Her wiha RTUK’ê ji bo hejmareke zêde ya TV’yan jî cezayê pereyan birî. 
 
DANEYÊN ÎSTATÎSTÎKÊ YÊN RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFÊN ROJNAMEVANAN ÊN MEHA TEBAXÊ
 
1-) BINPÊKIRINÊN MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÎ YÊN ROJNAMEVANAN
 
Rojnamevanên Rastî Êrîşan Hatin 2
Rojnamevanên Hatin Binçavkirin -
Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin 2
Rojnamevanên Hatine Tehdîtkirin 6
Rojnamevanên Hatine Astengkirin 1
 
 
2-) BINPÊKIRINÊN LI SER AZADIYA FIKR Û RAMANÊN ROJNAMEVANAN 
 
Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin 3
Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Vekirin 4
Rojnamevanên Hatine Cezakirin Hejmara Kesan 1
Cezayê Hepsê                            Salek û sal 8 meh
Hejmara Kesan -
Hejmara Rojnamevanên Girtî (3 Îlon 2024) 35
 
3-) BINPÊKIRINÊN MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ YÊN ROJNAMEVANAN 
 
Rojnamevanên Ji Kar Hatine Avêtin 16
 
4-) ASTENGKIRIN Û SANSURA LI SER SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ
 
Saziyên Weşanê yên Hatine Cezakirin
Hejmara Weşanan 6
Cezayê Sekinandina Bernameyan 3
Cezayên Pereyan 2 Tv ji sedî 3 cezayên îdarî yê pereyan
Biryara Qedexeyên Weşanê 10
 
5-) ASTENGKIRINA XWEGIHANDINA ÎNTERNET-DÎJÎTAL MEDYAYÊ 
 
Malperên Înternetê Yên Hatine Girtin 6
Nuçeyên Hatine Qedexekirin          401
Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî 88
 

Sernavên din

07/04/2025
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê
13:11 Tarik Taş hat veşartin
12:28 Meşvanên Amarayê Mûstafa Dag bibîr anîn
12:11 Li Xelfetiyê coşa festîvalê zû dest pê kir
11:43 Meşa ciwanan di roja 3'yemîn de ye: 33 rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn
11:15 Sabîha Aslan a ku piştî 6 salan çû Îmraliyê: Tenduristiya wan û moralê wan baş bû
10:05 20 meh cezayê qedxekirina 'hevdîtinê' li girtiyan hat birîn
09:38 Ayşe Çelîkbîlek: Divê 'Mafê Hêviyê' pêk bê
09:11 Li quntarên Çiyayê Cîloyê dîmenên mizgîniya biharê
09:07 Li Colemêrgê li madenê cinayet
09:03 Li Stenbolê 16 kes hatin binçavkirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2025'AN
02/04/2025
16:46 Ji bo Werîşe Muradî kampanyaya hastagê
16:17 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bîranîn
16:12 Rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
15:45 Ciwan bi coş hatin pêşwazîkirin: Roja li Amarayê hilat li Îmraliyê bilind dibe
15:16 160 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
15:01 Serokkomarê Iraqê Reşîd û Bafil Talabanî civiyan
14:39 Îsraîlê ji bejahiyê ve dest bi êrişan kir: 16 filistînî hatin qetilkirin
14:11 YE’yê civînên bi Tirkiyeyê re betal kirin
14:07 Ji malbatên 5 YBŞ'iyên hatin desteserkirin çalakî
13:49 Namet Erîpek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:43 Meşvanên Amarayê li Curnê Reş in
12:31 Pentagon: Dê li Rojhilata Navînê kapasîteya leşkerî bê zêdekirin
12:25 Bilançoya şer a meha Adarê: 11 hezar û 585 êriş pêk hatin
10:42 Ciwanên enternasyonal: Ocalan dê pêşengiya şoreşgerên cîhanê bike
09:58 Rêveberê DBP'î Mehmet Gîdîcî jiyana xwe ji dest da
09:14 Li Sêwazê qeza: 2 kes mirin, 18 kes birîndar bûn
09:03 Ji bo rojbûna Abdullah Ocalan bang: Werin em bi hev re pîroz bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ NÎSANA 2025'AN
01/04/2025
16:23 Platforma Têkoşîna li Dijî Komkujiyan hate avakirin