MÊRDÎN - Midyadiyan destnîşan kir ku dê di 24'ê Hezîranê de dawî li îktîdara AKP'ê ku hemû bawerî û nasnameyên cuda tune dike bê. Midyadiyan got: "Tenê HDP ya ku bêhna kuçeyên vir jê tê dikare me temsîl bike."
Li navçeya Midyad a Mêrdînê ku kurd, suryanî û êzidî û gelek bawerî û çand bi hev re lê dijîn, HDP'ê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê çend roj berê buroya xwe vekir. Midyadiyan, bal kişand ser hilbijartina 24'ê Hezîranê.
‘JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ HDP HÊVÎ YE'
Dayika Aştiyê Aliyê Işik, destnîşan kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin HDP hêvî ye û kî pêşengiya aştiyê bike ew li cem wan e. Işik, bilêv kir ku divê êdî girtîgeh bên valakirin û got: "Ji dil û can bawer dikim ku dê HDP aştiyê nîne welatê me."
Fîlîz Işik jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tekane partiya ku mafê jinan diparêze HDP ye û got: "Ji bo aştî, başî û mafên me em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Çimkî jin pêşengiya HDP'ê dikin."
‘TENÊ HDP DIKARE MIDYADÊ TEMSÎL BIKE'
Muhammed Ferhan jî, bilêv kir ku ji ber HDp partiya mirovatî û demokrasiyê ye ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Ferhan, destnîşan kir ku HDp ne partiyeke tekparêz e û got: "HDP, temsîliyeta hemû gel û baweriyan e. Midyad cihekî pirçandî, pirbawerî û pirnasnameyî ye. Loma tenê HDP'ya ku bêhna kuçeyên vir jê tê dikare me temsîl bike." Ferhan, got divê gel HDP'ê destek bikin.
‘HDP ÇÎMENTOYA WELAT E'
Nûrî Yildiz jî anî ziman ku dê di 24'ê Hezîranê de dawî li îktîdara AKP-MHP'ê bê. Yildiz, got ji bo li welat aştî, demokrasî û yekîtî pêk bê divê HDP bê destekkirin. Abdullah Naîf jî îşkenceyên di dema darebeya 12'ê Îlonê bi bîr xist û got: "Em ê li hemerî mirin, girtin û neheqiyên li ser civakê tên ferzkirin helbet em ê dengê xwe bidin HDP'ê."
Ahmet Demir jî anî ziman ku ew ê di 24'ê Hezîranê de rêjeya HDP'ê ya hilbijartina 1'ê Mijdarê zêdetir bikin û ji bo HDP'ê got: "HDP çîmentoya welat e."
'HETA NIHA TENÊ HDP EM TEMSÎL KIRINE'
Behram Atalanê êzdî jî got: "Ev hikûmeta ku bi zilmê tê nasîn, tenê dê ji aliyê HDP'ê bê sekinandin. Li hemberî yek ziman, yek ol û feraseta nîjadperest li gel HDP'ê me." Sanharib Kuçukaslan ê suryanî jî destnîşan kir ku li vê xakê bi suryanî bi sedan sal in dijîn û heta niha tenê HDP'ê ew temsîl kirine. Kuçukaslan got: "Divê suryanî, dengê xwe bidin HDP'a ku pirdengiyê esas digire."