* Namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê Edeneyê Bariş Karabiyik ku demekê di Diyarbakirsporê de dilîst, diyar kir ku ew jî wekî her tirkî dixwaze ji bo cîhanê bibe bedêl, lê belê bedêlî bi piralîbûnê, bi cihgirtina li cem ciwanan, jina û zarokan pêkan e.
* Midyadiyan destnîşan kir ku dê di 24'ê Hezîranê de dawî li îktîdara AKP'ê ku hemû bawerî û nasnameyên cuda tune dike bê. Midyadiyan got: "Tenê HDP'ya ku bêhna kuçeyên vir jê tê dikare me temsîl bike."
* Karkerên ku ji ber şert û mercên neewlehiyî yên kar û nerazandina heqên mesaiyên wan 10 roj in kar dane rawestandin, diyar kirin ku ew ne kola, karker in û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin partiya ku li cem karkeran cih digire.
* Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, hewldanên serkanên AKP'ê ku ji bo derdorên fînansî îkna bikin li Îngîltereyê kamp ava kirine nirxandin û got: "Êdî çerx nazîvire. Li derve derî bi derî digerin û parsê dikin û dixwazin vê hilbijartinê jî bi vî awayî derbas bikin."
* Li Geverê, Şiyar Mazlûm Sevmezê 10 salî ku pere ji dê û bavên xwe û ji xizmên xwe berhev kirin, birin bankeyê û razana hesabê namzetê serkomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş.
* Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku divê êdî partî dev ji vegotina 'em ê vî tiştî û wî tiştî bînin'. Atasoy got, êdî jin polîtkayeke ku ew kirdeya wê bin û gotina xwe bêjin dixwazin.
* Welatiyên ku ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin, diyar kirin ku lîreyê tirkî her diçe kêm dibe û ji ber vê tiştên berê bi 40 lîreyî dikirîn, niha bi zorê bi 100 lîreyî dikirin.
* Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mêrsînê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Prof. Dr. Atilla Guney, diyar kir ku ger biçe meclise, dê hesab ji kesên li dijî partiya wan lînca siyasî pêk tînin û dixwazin partiya wan li dervê meclîsê bihêlin, bipirsin.
* Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, polîtikaya AKP’ê ya “Em de piştî 24'ê Hezîranê aboriyê rast bikin' rexne kir û got: "Ger ku çareseriyek we hebe aşkere bikin. Em wekî HDP'ê partiya alternatif a gelên Tirkiye ne. Em dê bernameya alternatif a aboriyê pêş bixin.
* Li hunermend Nûdem Dûrak ku ji 3 salan zêdetire di girtîgehê de ye, piştî 3 meh cezayê hevdîtinê vê carê jî mehek cezayê qedexekirina hevdîtina bi telefonê hat birîn.
* YSK'ê biryar da ku dê li 7 navçeyên Amedê 66 sindoq bên veguhastin. Lê belê 3 endamên YSK'ê ji bo vê rewşê şerh danîn û gotin: "Li van taxan der barê ewlehiya hilbijartinê de sedemeke şênber tune ye." Rêveberê HDP'î Edîp Bînbîr jî, destnîşan kir ku li van herêman HDP ji sedî 80 deng girtine.
* YSK'ê biryar dabû ku dê li Dersimê 56 sindoqên hilbijartinê bên veguhastin. HDP, ji bo li ser her sindoqê muşahidekî esîl û yekî yêdek peywirdar bike, xebatên xwe lezandin.
* Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê yên Rihayê dê li Otela Dedemanê bi xebatkarên çapemeniyê re civîna çapemeniyê pêk bînin. (20.00)
* Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê danezana aboriyê li Otela Elite World Prestige ya Taksimê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re aşkere bike.(10.30)
* Parêzerên ji bo hempîşeyên xwe yên girtî edaletê dixwazin dê li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê Nobeta Edaletê di hefteya 61'an de berdewam bikin. (11.30)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li Sancaktepe, Gungoren, Fatîh, Bagcilarê yên Stenbolê tev li vekirina buroyên hilbijartinê bibe. (12.00/13.00/15.00/17.00/19.00)
* Piştevaniya Taksimê dê di 5'emîn salvegera Berxwedana Gezî de kesên di Berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dan li Parka Gezî wan bibîr bîne.
(19.00)
* Namzetên Parlamenteriyê yên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de dê li gelek bajar, navçe û taxan xebatên hilbijartinê birêve bibin.
* Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî dê di hefteya 335'emîn de bidome û dê malbat li goristanê daxuyanî bidin. (16.00)