Nivîskar û çavdarê siyasetê Osman hilbijartin nirxand: Gel li dijî PDK'ê bi bertek e

  • rojane
  • 09:02 25 Tebax 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Nivîskar û Çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku wê di 20'ê cotmehê de bên li darxistin nirxand, bi lêv kir ku gel li dijî hevkariya PDK'ê ya êrişên Tirkiyeyê bi bertek e û wiha got: "Ji ber wê jî gel dixwaze bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne. PDK jî ji ber wê bê hevî ye û naxwazê hilbijartin pêk werin."
 
Li Herêma Kurdistan a Federe di 20'ê cotmehê de hilbijartinên parlamentoyê wê pêk werin. Hilbijartin ji aliyê Lîjneya Bilind a Serbixwê ya Iraqê vê wê bên li darxistin. Amedekariyên hilbijartinan destpêkirinê û wê di 16'ê îlonê de pêvajoya propagandaya partiyên ku wê bikevin hilbijartinê destpê bike. Yekitiya Niştimanên Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), Tevgera Îslamî ya Kurdistan, Yekitiya Îslamê ya Kurdistan, Civakiya Edaletê ya Kurdistan (Komel), Tevgera Nifşên nû (Newaya Nû), Eniya Gel, Tevgera Helwest, Lîjneya Serdem û Tevgera Tekiliyên Îslamê ya Kurdistan wê bikevin hilbijartinê. Ji bo hilbijartinê dû partî derdikevin pêş û ji wan yek YNK ye û ya din jî PDK ye. Encama hilbijartinê wê li herêmê guherînên mezin derxînê holê û ji ber wê li çar aliyên Kurdistan û Rojhilata Navîn gel hilbijartinan ji nêz ve dişopînê. 
 
Nivîskar û çavdêrê Siyasetê Adil Osman ku li herêmê dijî û siyaseta herême ji nez ve dişopînê rewşa hilbijartinên herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
'PDK JI HILBIJARTINÊ DITIRSE'
 
Adil Osman, tekildarî hilbijartinên ku wê bên li darxistin bi lêv kir ku dû beş ji bo hilbijartinê derketinê pêş û hilbijartin wê di navbera PDK'ê û YNK'ê de derbas bibe. Osman destnîşan kir ku PDK ji hilbijartinê ditirse û wiha got: "PDK naxwaze hilbijartin pêk bên. Ji ber vê çendê jî di asteke nizm da amadekarî kirine. YNK'ê jî ji ber guherînên ku di warê hevsengîya hêzan da pêk tên, dixwaze ku hilbijartin pêk bê. YNK vê çendê di xwe da dibîne ku li beranber PDK'ê serkeftin û destkefteke zêdetir bi dest bixe. Ew dixwazin hêza yekem û serkeftî ya vê hilbijartinê bin."   
 
Osman diyar kir ku hilbijartin di nav rewşeke aloz de pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hilbijartinên din di rewşên asayî de dihatin lidarxistin û YNK, PDK û hêzên din yên sîyasî beşdarî wan hilbijartinan dibûn. Di wan deman da li Kurdistanê piroseyeke dagirkarîyê hakim nebû. Îro dewleta Tirkiyeyê êrîşeke mezin pêk tîne. Di vê hilbijartinê de şêwazeke nerewabûnê jî dîyar e. Dewleta tirk bi armanca dagirkeriyê hatiyê başurê Kurdistanê. Beşek navçeyan jî dagir kiriye. Beşeke zêde ya dengdêran nikarin ji ber wê dagirkeriyê beşdarî pêvajoya hilbijartinê bibin. Heke ku hilbijartin li wan deveran pêk bê jî, PDK dê bi ser bikeve. Lewra ev pirsgirêk heye. Ew cûdahiya sereke ya vê hilbijartinê ya li gel hilbijartinên din. Destwerdana leşkerî ya tirkiyeyê li wir rû dide. PDK jî ji serkeftina di vê hilbijartinê de bêhêvî ye. Ji ber wê jî hilbijartinê bi germahî pêşwazî nake."
 
'GEL LI DIJÎ ÊRIŞAN Û PDK'Ê BI BERTEK E'
 
Di berdewama axaftina xwe de Osman destnîşan kir ku ji ber hevkariya PDK'ê ya ji êrişên Tirkiyeyê re gel bi bertek e û ev tişt gotin: "Xelk û civaka başûrê Kurdistanê li dijî vê dagirkariyê disekinin. Rûyê rasteqîn yê PDK'ê jî derketiye holê. PDK ne tenê alikariya êrişan dike di heman demê de beşdarî êrişan jî dibe. PDK bûye parastgeha lêşkerên dagirker û di bin alaya PDK'ê de ku weke alaya Kurdistanê tê bi nav kirin leşker operasyonan pêk tînin.  Ji ber vê yekê êrîş berdewam in, haya xelkê jî ji vê rewşe heye. PDK li ber çavê xelkê reş bûye û xelk li bendê ye ku di vê hilbijartinê de bi ser nekeve û dengê herî nizm bi dest bixe. Haya PDK'ê jî ji helwesta gel heye. PDK ji rewşa heyî pir ditirse û naxwaze wiha berdewam bike û YNK di hilbijartinan da bi ser bikeve. Gel li dijî PDK'ê bi bertek e û dixwazê bi rêya hilbijartinê tola xwe hilîne."
 
'YNK LI PÊŞ E'
 
Osman da zanîn ku li gor helwesta gel ji bo serkeftina hilbijartinê YNK di pêş de ye û axaftina xwe wiha domand: "Baweriya civakê ji bo alîyên sîyasî gelek kêm e. Gel gelek bêhêvî ne. Lê tiştê ku di nava hevsengîya hêzê da berçav e, ew e ku gel dixwaze bersivekê bide aliyên siyasî. Wisa xuya ye ku ji ber guherînên siyasî û pêkanîna erkên neteweyî ji hêla YNK'ê ve, gel hinekî ji Bafil Talabanî bi hêvî ne ku bikare wekî bavê xwe qerebûya sîyaseta YNK'ê bike û li dijî Tirkîyeyê helwesta xwe ya neyînî berdewam bike. Heya niha jî di wî warî de serkeftin bi dest ve anîye. Lê belê di pêkanîna sîyasetên xwe de kêmasîyên wî jî hene. Wî nekareye wan sîyasetan bi awayekî hevbeş li gel civakê bi pêş bixe, piştgirîya gel bi dest bîne û bi rêya xwepêşandanan û nerazîbûnên giştî di meydana sîyasetê da cih bigire. Lê wan guherînan kariye hêvîyekê bide gel ku dê YNK bikaribe ji PDK'ê baştir bixebite."
 
'ENCAMA HILBIJARTNÊ WÊ BIBE SEDEMA GUHERÎNÊN MEZIN'
 
Di dawiya axaftina xwe de Osman bi lêv kir ku encama hilbijartinê wê gelek guherînan bi xwe re bînê û axaftina xwe wiha qedand: "Heke hilbijartin bi awayekî demokratîk û azad bê lidarxistin, dê bandorên wê yên erênî çêbin. Dibe ku YNK bikaribe di hilbijartinê de PDK'ê têk bibe, dengên zêdetir bi dest bixe. Serkeftina YNK'ê dikare bibe sedema guherînên mezin. Ji Erdogan bigire heya wezîrê derve li dijî YNK'ê daxuyaniyan didin û gefan dixwin. Gefa îro ew e ku dibêjin divê YNK alîkarîya PKK'ê neke da ku nebe armanc. Li ser vê esasê jî heke ku hilbijartin di berjewendiya YNK'ê da bi dawî bibe, ew dê di destkêftiyên kurdan de bibe bingeha guherîna hevsengîyê hêzê û dê bibe sedemê bêhêvîbûna dewleta Tirkîyeyê ji bo ku bikare şerê PKK'ê û hêzên gerîla bike. Lewra heke ew guherîn bi serkêftina YNK'ê encam bigire, dikare li her çar parçeyên Kurdistanê bi destkêftiyên têkoşîna gelê kurd temam bibe."
 
MA / Mahmût Altintaş
 

Sernavên din

28/03/2025
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê