ENQERE – Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 220'an de dewam dike, çalakiya piştgiriyê ya li Kolana Yukselê hatiye destpêkirin, polîsan dîsa êrîş kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça 220 roj li dû xwe hişt, çalakiya "Em karê xwe dixwazin" di roja 340'an de dewam kir. Koma xwest piştgiriyê bide Gulmen û Ozakça li Kolana Konurê li hev kom bûn, xwestin li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin. Lê wekî her roj polîsan dîsa birdarî bi mertalan dorpêç kir û nehişt girse derbasî qadê bibe.
Girseya ku xwest pankarta Gulmen û Ozakça vekin, polîsan êrîşê wan kir. Di dema êrîşê de Îlker Işik, Mehmet Dersulu, Sultan Aydogan û Perîxan Pulat hatin binçavkirin.