AMED - Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Abdurrahîm Dûrmûş, ku hêj zarok bû tev li çalakiya şermezarkirina kuştina Yahya Menekşe bû û hat girtin, bi hinceta 'Kevir avêtiye polîsan' 6 salan girtî mabû, îro amadekariya çûna meclîsê dike. Dûrmûş, diyar kir ku ji bo daxwazên ciwanan pêk bîne di HDP’ê de bû namzet."
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di lîsteya namzetên xwe de bi qasî nasnameyên pir rengî, bawerî û beşên cuda, ew qas bi nasnameya jin û ciwanan jî balê dikişîne ser xwe. Yek ji namzetên ciwan ên HDP'ê Abdürrahim Durmuş e. Dûrmûş, di sala 1991'an de li Gundekî Cizîrê yê Şirnexê ji dayik bû. Dûrmûş, di rêza 10’emîn ê namzetên Amedê de cih digire. Dema zarok bû, di çalakiyên 15'ê Sibata 2008'an de hevalê wî Yahya Menekşe ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Bi îdîaya "kevir avêtiye polîsan" du caran hat girtin. Cara yekemîn 14 mehan girtî ma. Ji ber hat girtin 9 salan lîse xwend. Malbata Dûrmûş, beriya Dûrmûş ji dayik bibe, ji ber ku dewletê gundê wan Dêrşew şewitand, ji gund koçî Cizîrê kirin. Dibistan heta lîseyê li Cizîrê xwend. Dema lîse dixwenkd hevalê wî Yehya Menekşe ji aliyê polisan ve hat kuştin. Piştî Yehya hat kuştin, ev yek qebûl nekir û helwesta polîsan şermezar kir. Ji ber kevir avêt polîsan ji TMK’ê hat girtin û salek zêdetir di girtîgehê de ma. Piştî hat girtin carek din neçû dibistana lîseyê û li derve dibistan xelas kir. Li Amed û Cizîrê tev li xebatên civakî bû. Li Amedê bi qasî çend mehan tev li xebatên kovara Ozgur Halkê bû. Di 2010’an de li ser hin îxbaran careke din hat girtin. Vê carê ji ber temenê wî 18 sal derbas kiribû ji endamtiya rêxistinê darizandin û ceza kirin. Vê carê 5 salan girtî ma.
Dûrmûş, piştî hat girtin di 2014’an de hat berdan. Piştî qedexe li ser Cizîrê rabû, ji ber polîsan nedihişt cîwan li Cizîrê nefesê bistîne, ev helwesta polîsan qebûl nekir û koçî Stenbolê kir. Li Stenbolê wek koçberekî kurd di saziyên koçberan de xebitî. Dûrmûş li Stenbolê çû dersxaneyê û beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê ya zanîngeha Marmarayê qezenc kir. Niha li zanîngehê xwendekarê pola yekemîn e.
‘EZ YEK JI ZAROKÊN KEVIR AVÊTIN POLÎSAN IM'
Dûrmûş, destnişan kir ku wekî her zarokên Cizîrî hêj zarok bû ket nava siyasetê û siyaset nas kiriye û wiha got: "Min ji wê demê de li dijî zext û tundiyê polîs û dewletê li kolanê Cizîrê di nava çalakiyan de cih girt Ez yek ji zarokên ku kevir avêt polîsan im. Zarokên Cizîrî li dijî zextên dewletê her dem seknek polîtîk nişan dane. Zarokên biçûk jî li dijî polîs û leşkerên dewletê xwedî helwestek in. antipatiya zarokan heye. Ev bûye çandek. Di salên 1990’an de li Botanê pêvajoya berxwedanê pêş ket. Vê berxwedanê bandorek polîtîk li ser zarokan kir. Polîtika û helwesta dewlete ya li dijî ciwanên kurd her dem berdewam kir. Her ciwanekî li Cizîrê mezin bû jî li dijî vê yekê bû xwedî helwest.
PIRSGIRÊKÊN CIWANAN YEK BI YEK HATIYE SERÊ MIN
Dûrmuş, destnîşan kir ku polîtîka û tundiya li dijî ciwanên kurd bi rêbazêntaybet berdewam dike û wiha axivî: "Di 3 salên dawî de derketiye asta êrîşên nijadî. Ciwan li dijî van polîtîkayên dewletê helwestek şoreşgerî nîşan didin. Jiyanek yoz li ser ciwanan ferz dikin. Divê em li ser qedexeyên ku li Cizîrê îlan kir baş bifikirin. Cima ciwan dibin perçeyekî polîtîkayên dewletê. Divê em li ser çand, perwerde û pirsgirêkên ciwanan baş rawestin. Ger ku em dest dirêjî ciwanan nekin û em nebin bersîva daxwazên wan dê bi talûkeyek mezin re rû bi rû bin. Ji bo ez bibim daxwazên ciwanan min bersîva wan bûm namzetê HDP’ê. Ji ber ku hemû pirsgirêkên ciwan dijîn yek bi yek min jî jiya ye.
'PIRSGIRÊKÊN CIWANAN PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ NE'
Dûrmûş, bal kişand ser rengê pirsgirêkên ciwanan û wiha lê zêde kir: "Pirsgirêkên ciwanan pirsgirêkên civakî ne. Ez dê berî her tiştî rexne, daxwaz û pêşniyarên ciwanan li ber çavan bigirim. Çi dibe bila bibe ez dê xwe bigînim hemû ciwanan. Ji bo ez di asta herî jor de bibim bersîv û nûnertiyek herî baş bikim ez dê têbikoşim.
JI BO NÛNERTIYA CIWANAN LI VIR IM'
Dûrmûş, herî dawî anî ziman ku ji bo bibe nûnerê ciwanan û nûnertiya wan li meclîsê bike di nava HDP'ê de cih girt û wiha bi dawî kir: "HDP hemû reng û baweriyan di nava xwe de digire. Vîna her kesî diparêze. Ji bo ez karibim bibim nûnerê ciwanan li vir im. Divê ciwan di xebatên hilbijartinê de pêşengiyê bikin. Pergal tehamul nake ku ciwan û jin dengê xwe bilind bikin û bibin xwedî vîn. Lê ciwan xwedî hêzek mezin in. Em dê vê hêzê bi rêxistin bikin û derxin holê. Divê ciwan xwe tev li vê pêvajoyê bikin û em bi hevre vê pêvajoyê pêş bixin.
MA / Ozgur Paksoy