EDÎRNE – Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Edîrne Gerçekê Zekî Ozkorkmaz, pêvajiya hilbijartinê şiband dînamîka serdema Geziyê û got: "Min wisa bihîst ku dê kesên di nav CHP'ê de bi awayekî çalak cih digirin û endamên meclîsê jî dê dengê xwe bidin HDP'ê."
Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Edîrne Gerçekê Zekî Ozkorkmaz, pêvajoya hilbijartina 24'ê Hezîranê ya li bajêr nirxand. Ozkorkmaz, anî ziman ku divê HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bendavê derbas bike û got: "Eger Tayyip Erdogan di tûra ewil de bi ser nekeve, divê herkes dengê xwe bide HDP'ê. Ez ê jî dengê xwe bidim HDP'ê."
'DÊ CHP'Î JÎ DENG BIDIN'
Ozkorkmaz, bilêv kir ku dînamîka li Geziyê careke din derketiye holê û got: "Loma niha îktîdar serxweş bûye. Nizanin dê çi bikin. Diqilqilin. Bi kurt û kurmancî, li bajarê me jî em dibînin ku hêzên dewletê di bin navê 'operasyona aramiyê' de li nasnameya mirovan dinerin, li gorî bajarên wan muameleyê dikin. Me weke çapemenî ev yek tim dişopand û em bûn şahid. Ez dîmena di 7'ê hezîranê de dîsa dibînim. Li Edîrneyê ev yek heye. Dibînim ku CHP'iyên li Edîrneyê jî, ji bo HDP bendavê derbas bikeve tev digerin. Min wisa bihîst ku dê kesên di nav CHP'ê de bi awayekî çalak cih digirin û endamên meclîsê jî dê dengê xwe bidin HDP'ê. Eger HDP ji sedî 14 bigire, ne mimkun e ku îktîdar bi ser bikeve."
'LI EDÎRNEYÊ ZIMANEKÎ HEVPAR HEYE'
Ozkorkmaz, diyar kir ku li kuçeyan di nav mirovan de tifaqek heye û ji bilî AKP, hemû civak zimanekî hevpar bi kar tîne. Ozkorkmaz anî ziman ku dema ew li kuçeyê bi mirovan re diaxivin, der barê siyasetê, pirsgirêkên welat de gelek tiştan dibêjin û got: "Zimanekî hevpar ê muxalefetê bi kar tînin. Êdî civak ji jmecbûrî vî zimanî bi kar tîne. Çimkî pirsgirêka aborî her diçe kûrtird ibe. Mirov kîloya penêr bi 14 lîreyan dikirîn, niha bi 28 lîreyan dikirin. Bi salan e welat bi Rewşa Awarte tê birêvebirin. Yanî mirov ji bo çareseriyê tev digerin. Hewl didin vê çareseriyê di 24'ê Hezîranê de peyda bikin."
Ozkorkmaz bal kişand ser rewşa namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî û got, cihê Demirtaş ne girtîgeh e. Ozkorkmaz, destnîşan kir ku divê Demirtaş jî, di hilbijartina serkomariyê de di şert û mercên wekhev û adil de tev bigere. Ozkorkmaz, destnîşan kir ku lê ew baş dizanin hebûna Demîrtaş, ji bo rêjeya dengan rehdît e û got: "Loma îktîdar wî li wir radigire."
EDÎRNEYÎ GIRTINA DEMÎRTAŞ QEBÛL NAKIN
Ozkorkmaz, bilêv kir ku edîrneyî girtina Demîrtaş qebûl nakir û bawer dikin ku divê kesekî ku siyasetê dike, li kursiyê bike.
MA / Bilal Seçkin