NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya di rojnameya Xwebûnê de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha got: “Lewma divê li dijî vê xiyanetê ne tenê gerîlayên azadiyê, siyasetmedar, rewşenbîrên Başûr û gel li dijî dagirkerî û xiyanetê xwedî helwest bin.”
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê Felemez Ûlûg di nivîsa xwe ya rojnameyê ya vê hefteyê de bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re. Ûlûg diyar kir ku dewleta tirk û hevkarên wê ji bo Tevgera Azadiyê li herêmê bêbandor bikin 40 sal in şerekî qirêj dimeşînin û destnîşan kir ku ev hêz ji bo êrîş û komployên nû dîsa di nava tevgerê de ne. Ûlûg, diyar kir ku çawa ku Tevgera Azadiyê 40 sal in li dijî her cûre êrîşan li ber xwe daye û pêş ketiye; wê ji niha û şûn de jî ala têkoşînê mezin bike û got: “Lewma divê li dijî vê xiyanetê ne tenê gerîlayên azadiyê, siyasetmedar, rewşenbîrên Başûr û gel li dijî dagirkerî û xiyanetê xwedî helwest bin.”
Nivîsa Ûlûg wiha ye: “Li Kurdistanê bi 27’ê Mijdara 1978’an re piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat damezirandin ji bo gelê Kurd dîrokek nû destpê kir. Bi damezrandina PKK’ê re her roj Têkoşîna Azadiyê bû dîrokek û bêhtir mezin bû. Neyarên gelê kurd bi taybet piştî darbeya 12’ê Îlonê ji bo îradeya gelê kurd bişkîne û vê têkoşînê têk bibe serî li her cûre qirêjiya da. Bi dehan şoreşgerê kurd hatin girtin û xistin zindanan. Li zindana Amedê bi armanca şikandina îradeya van zilmek dûrî aqilan û nedîtî hate meşandin. Armanc ew bû ku wan ji rêya azadiyê dûr bixin û mehkûmî koletiyê, bindestiyê, bêîradetiyê û xulamtiyê bikin.
ŞOPDARÊN VÊ XETÊ ALA BERXWEDANÊ BILIND KIRIN
Di 21’ê Adara 1982’yan de ji pêşengên Têvgera Azadiyê Mazlum Dogan bi dirûşma BERXWEDAN JIYAN E; li hemberî vê zilmê bi vêxistina sê darikên çixatê (niftik) çalakiyek dîrokî li darxist û biryardariya têkoşîna Tevgera Azadiyê hate nîşandayîn. Di 18’ê Gulana heman salê de jî Çaran ew meşale gurtir kir.
Di14’ê Tîrmeha 1982’yan bi qîrîna Mehmet Hayrî Durmuş Rojiya Mirinê ya Mezin destpê kir. Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bûn şopdarên vê xetê û li keleha dijmin ala berxwedan û têkoşînê bilind kirin.
CEJNA VEJÎNÊ YA NETEWÎ
PKK’ê jî ji bo bîranîna pêşengên xwe û Tevgera Azadiya Gelê Kurd xwe ji bo bersivek xurt amade kir. Ji bo birînîna şehîdên azadiyê bersiva herî xurt jî destpêkirina têkoşîna çekdarî bû. Sala 1983’yan di navbera mehên nîsan û tîrmehê de li Çiyayê Reş ê Zapê, 150 qadroyên PKK’ê li ser vê mijarê civîneke girîng li dar xistin.
Di vê civînê de biryara şerê çekdarî û çalakiyeke li navçeya Colemêrgê Çelê tê dayîn. Piştî vê biryarê 6 endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê di navbera 16-18’ê hezîrana 1984’an li herêma Xinêre li hev civiyan. Li vê derê bi perspektîfa Rêber Apo, Hêzên Rizgariya Kurdistanê hate avakirin.
Fermandar û pêşengê vê hêzê jî Mahsum Korkmaz ango Fermandar Egîd bû. Di encama plansaziyek berfireh û xebatek stratejîk Hêzên Rizgariya Kurdistanê piştî pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê di 3 mehan de 45 çalakî lidar xistin. Êdî ev roj ji bo gelê kurd bû “Cejna Vejînê ya Neteweyî.”
MALBATA BARZANÎ 40 SAL IN DI NAVA ŞEREKÎ QIRÊJ DE YE
Dewleta tirk di sala 1985’an şerê li dijî gerîla xist rojeva NATO’yê, Di haman salê de ji bo li dijî kurdên azad bide şerkirin bi malbata Barzanî re kete nava hevkariyê. Dewleta tirk a dagirker û qirker bi piştgiriya malbata Barzanî ev 40 sal in li dijî Tevgera Azadiyê di nava şerekî qirêj de ye.
DI ŞERÊ QIRÊJ DE KOMÊN ÇETE TÊN BIKARANÎN
Ev zêdetirî 4 sal in dewleta tirk ji bo başûrê Kurdistanê dagir bike di nava êrîşeke berfireh de ye. Di bin navê şerê li dijî PKK’ê xwe hêdî hêdî li herêmê bi cîh dike û axa Başûr dagir dike. Dewleta tirk a faşîst û qirker bi dagirkerina Başûr ve dixwaze xwe bigihîne herêma Şengal-Mûsil û Kerkûkê jî. Di vî şerê qirêj û ne rawa de bi awayekî vekirî komên çete jî bi kar tîne. Bi hevkariya PDK’ê û malbata Barzanî gelek çeteyên ku ji bermahiyên DAIŞ, El-Nusra û Hizbilkontra pêk tên li herêmê bi cîh dike û li hemberî gerîla dide şerkirin.
Di vî şerî de armanca dewleta tirk a dagirker û qirker weke destpêkê bi kurahiya 30 km ketina nava axa başûrê Kurdistanê bû. Lê ji ber bêdengî hikûmeta Navendî ya Iraqê û başûrê Kurdistanê dewleta tirk hîn bêhtir bi kûrahiya herêmê ve daket û li herêmên cûda dest bi çêkirina rê, qereqol û seytereyan kir.
BERFIREHBÛNA DAGIRKERIYÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER ŞÊNIYÊN HERÊMÊ KIR
Berfirehbûna dagirkeriyê bandorek neyînî li ser şêniyên herêmê jî kir. Di encama li hevkirina dewleta tirk a dagirker û malbata Barzanî de gelek gundên herêmê hatin valakirin. Gundiyên ku ne dixwestin terka mal û milkê bikin jî bûn hedafa top û tankên artêş dewleta tirk. Dewleta dagirker bi hêza ku ji hevkarên xwe digirt bi rêbazê çavtirsandinê xwest herêmê vala bike. Herêmên ku tên valakirin jî bi tamamî dikevin bin kontrola esker û çeteyên dewleta tirk a dagirker.
PDK DI NAVA DIPLOMASIYA DIJ-KURD DE YE
Ji meha adara îsal ve dewleta tirk a dagirker û hevkara wê PDK ji bo dewleta Iraqê bi hemû saziyên wê bikşînin nava vê xeta dij-kurd di nava dîplomasiyek xurt de ne. Di encama van hewldanan de Erdogan 22’yê nîsana 2024’an serdana Bexdayê kir. Di vê serdana de biryara Plansaziya Koma Hevpar hatibû dayîn. Di çarçoveya amadekirina vê komê de gelek ceran rayedarên dewleta tirk serdana Iraqê kirin.
Herî dawî Alîkarê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derve Fûad Husên ê PDK’yî çû Enqereyê. Şande bi Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Wezîrê Bergiriyê yê tirk Yaşar Guler cûda cûda civiya. Mijara sereke ya vê civînê jî wek yên berê têkoşîna li dijî Tevgera Azadiyê bû. Di civîna 19’ê kanûna 2023’yan de Iraqê cara yekê PKK’ê weke “tehdîda hevpar” pênase kir. Civîna 3’emîn jî di adara 2024’an de li Bexdayê pêk hat. Di vê civînê de jî Iraqê PKK nexist nava “lîsteya terorîst” lê weke “rêxistineke qedexe” îlan kir. Piştî vê biryarê li ser hewldan û israra dewleta tirk Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê, biryar girtina Tevgera Azadî, PADÊ û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê da.
Wisa diyar e ku dewleta tirk ji bo dagirkerî û hakimiyeta xwe li Iraqê berfirehtir bike Tevgera Azadiya Kurdistanê weke hincetekê bi kar tîne. Der barê dagirkerî û talana li herêmê çend roje berê tîma kurdistanî ya rêxistina CPT ya amerîkî bi daxuyaniyekê bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ên li herêmê pêk tîne. Rêxistina CPT’yê ragihand ku ji sala 1991’an heta hezîrana 2024’ê ji ber dagirkerî û êrîşên dewleta tirk û Îranê 425 kes şehîd bûne û zêdetirî 170 gund jî ji ber êrişên dagirkeriyê hatine valakirin.
Wek di van rêjeyan de diyar dibe dewleta tirk a dagirker bi awayekî aşkere peymanên navneteweyî binpê dike û li herêmê dagirkeriyê pêk tîne. Lê ji ber vê dagirkeriyê di çarçoveya konsepta li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi erêkirina saziyên navneteweyî pêk tîne di qada navneteweyî weke tê xwestin jî nabe rojev.
PDK ŞIRÎKÊ POLÎTÎKAYA QIRKIRINA KURDAN E
Êrîşên li dijî kurd û Kurdistanê girîngiya xweparastinê bi zelalî nîşan dide. Dagirker bi balafirên şer gundan bombe dikin welatiyan qetil dikin û mirovan bi darê zorê didin koçberkirin. Li gel van êrîşan, dewleta tirk li herêma Behdînan her cûre sûcê şer pêk tîne. Xwezayê talan dike, gundan dişewîtîne û dagir dike. Divê bê zanîn ku dewleta tirk vê yekê bi tena serê xwe nake. Di vir de PDK jî şirîkê polîtîkaya qirkirina kurdan e. Niha hemû hewldanên wê ji bo veşartina vê rastiyê ye. Li ser herêmê ewqas êrîş hene ewqas welatî tên qetilkirin û gund tên valakirin Kurdistan tê bombekirin. Lê ragihandina PDK’ê bi qasî deqeyekê jî nûçeyek derheqê vê dagirkeriya li Kurdistanê de çênake. Lê heman ragihandin axaftina Erdogan weke nûçeya lezgîn dide bi berfirehî behsa wî dike. Ev bi berovajîkirina rastiya li herêmê tê jiyîn û bi tamamî ketina bin xizmeta dagirkeran e. PDK’ê ji ber vê siyaseta xwe ya hevkariyê Başûr bi awayekî vekirî pêşkêşî dewleta tirk kiriye.
DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERÎ Û XIYANETÊ XWEDÎ HELWEST BIN
Ev 40 sal in dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê ji bo Tevgera Azadiyê li herêmê bêbandor bikin di nava şerekî qirêj de ne. Wisa diyar e ku ji bo êrîş û komployên nû dîsa di nava liv û tevgerê de ne. Çawa ku Tevgera Azadiyê ev 40 sal in li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe daye û pêş ketiye; wê ji niha û şûn de jî ala têkoşînê mezin bike. Têkoşîna bi fermandariya heval Egîd hatî despêkirin îro bi hezaran Egîd belavî hemû Kurdistanê bûne. Lewma divê li dijî vê xiyanetê ne tenê gerîlayên azadiyê, siyasetmedar, rewşenbîrên Başûr û gel li dijî dagirkerî û xiyanetê xwedî helwest bin.
BI RÊBAZA GELÊ ŞOREŞGERÎ HER KURDEK DIKARE XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE
Di encam de ya ji dest diçe keda wan a bi dehan salan e. Divê xwedî li vê keda ku bi xwîna keç û xortên kurdan hatiye avakirin derkevin. Ev erka her kurdekî/e welatparêz e. Li hemberî dagirkerî û xiyanetê bi rêbazê şerê gelê şoreşgerî her kurdek dikare xwedî li rûmeta xwe derkeve û vê siyaseta qirêj a li ser tevgera azadiyê tê ferzkirin vala derxe.”