* Jinên mêrsînî diyar kirin ku ew ê dengê xwe nedin AKP'ya ku bi polîtîkayên dijminatiya jinan dikin tev digere. Jinan got, ew ê dengê xwe bidin partiya ku azadî û têkoşîna jinan esas digire.
* Hilbijêrên HDP'î yên li Aydinê, diyar kirin ku herî kêm ew ê parlementerekî bişînin Meclîsê. Her wiha hilbijêran, destnîşan kir ku ew ê li dijî hîle û xurdeyan xwedî li sindoqan derkevin.
* Namzetê Parlementeriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê îlahiyatnas Prof. Dr. Nûrettîn Tûrgay, anî ziman ku feraseta serdest olê di xwe de dike yekdest û serî li pêkanînên ku tu eleqeya wan bi Îslamê re tune ye dide. Tûrgay, bilêv kir ku ji bo ev xelek bê şikandin ew daxilî siyasetê bûye û got: "A girîng ne ew e ku mirov navê Îslamê bi kar bîne, a gîrîng mirov li gor Îslamê bijî."
* Alî Polatê (65) ku di dema darbeya 12'ê Îlonê de hat îşkencekirin, ji bo careke din çewisandin rû nedin bi şev û biroj tev li xebatên HDP'ê dibe. Polat got, dê HDP li Îdirê bike 2-0.
* Seroka Komeleya Neqiliyatvanên Îdirê Gunay Turan, diyar kir ku 3 sal berê hêjmara neqiliyatvanan 4 hezar û 500 TIR bûn, lê ji ber qeyrana aborî ev hêjmar daketiye 400 TIR'an. Turan, destnîşan kir ku AKP'ê sektora neqiliyatvaniyê têk bir û êdî neqiliyatvan dengê xwe nadin AKP'ê.
* HDP, hewl dide li Mûşê ji 4'an 4 parlementeran bişîne Meclîsê. Namzetên parlementeriyê ku bênavber dixebitin gotin: "Em dixwazin vê enqazê rakin."
* Şêniyên gundê Çemê Şemaşê û Pîzala ku biryara veguhastina sindoqên wan hatin dayîn gotin: "Dengên me bibin navenda Colemêrgê jî, em ê biçin bi kar bînin."
* Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Edîrne Gerçekê Zekî Ozkorkmaz, pêvajiya hilbijartinê şiband dînamîka serdema Geziyê û got: "Min wisa bihîst ku dê kesên di nav CHP'ê de bi awayekî çalak cih digirin û endamên meclîsê jî dê dengê xwe bidin HDP'ê."
* Welatiyan bertek nîşanî biryara YSK'ê ku dê li bajarên kurdan sindoqan veguhêzîne dan û gotin, ji niha ve leke anîne ser hilbijartinê. Welatiyan got: "Bi salan e hûn li wir ewlehiyê pêk tînin, çima hûn ji bo rojekê jî ewlehiyê pêk nayînin."
* Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayînî wê hatiye kirin, dema meha Remezanê dest pê kir dest bi belavkirina xwarina fitariyê kir. Lê belê piştî ku HDP'ê li Taxa Cûdiyê bi beşdarbûyîna bi hezaran kesî buroya hilbijartinê vekir, qeyûm belavkirina xwarina fitariyê betal kir.
* Li bajarên herêma Çûkûrovayê, xebatên hilbijartinê yên namzetên parlementeriyê yên HDP'ê didomin.
* Dê li Buroya Hilbijartinê ya Jinan a HDP'ê ya Peyasê, bi sernavê "Jiyana Wekî Hev a Azad" xebateke atolyeyî bê lidarxistin. (12.00-14.00)
* Rêxistina HDP'ê dê li navçeya Sûra Amedê û Hezexa Şirnexê bi girseyî dê Buroyên Hilbijartinê vekirin. (17.00)
* Li gelek bajar û navçeyan Rêxistinên HDP'ê dê buroyên hilbijartinê vekin. .
* Platforma Antikapitalistler, dê banga kampanya “Hemû kes dengê xwe bidin HDP’ê, dengê xwe bidin heviya aştiyê Demirtaş" li salona Civînê ya Cezayirê ya Stenbolê bi civîna çapemeniyê dê bi raya giştî re parve bikin. (19.00)