ÇEWLIG – Li 26 herêmên çoltera Çewlig û 7 navçeyên wê “Herêma ewlehiya taybet” hat îlankirin.
Li 26 herêmên çoltera navenda Çewlig û navçeyên wê Azarpêrt, Dara Hênê, Bongilan, Xolxol, Gêxî, Kanîreş û Çêrme bi dema 6 mehan “Herêmên ewlehiya taybet” hat îlankirin. Qedexekirina herêman bi hinceta tedbîrên li dijî çalakiyên “terorî” hat îlankirin. Qedexe ji 1’ê îlona 2017’an dest pê dike û dê heta 1’ê adara 2018’an bidome.