AYDIN – Platforma Demokrasî û Kedê ya Aydinê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xwest bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan bernameyekê pêk bîne. Lê ji ber Walîtiya Aydinê bi hinceta "Mehek qedexeya çalakiyan heye" destûr neda û platformê bername li avahiya Egîtim Sen'ê pêk anî.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên herêma Egeyê de li Aydinê tev li bernameya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Ayidnê bû. Walîtiya Aydinê jî bi hinceta "mehek çalakiyên kolanan qedexe ne" destûr neda ku bername li derve bê li darxistin. Li ser vê yekê Platforma Demokrasî û Kedê ya Aydinê li avahiya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Aydinê pêk hat. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî û nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Berdevkê Platformê yê Aydinê Kadir Ozdemir, diyar kir ku ew bawer dike ku HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de biçe meclîsê û Tirkiye ji van pirsgirêkên heyî rizgar bike.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, bertek nîşanî helwesta walîtiyê da û diyar kir ku ev yek li dijî pîvanên demokrasiyê ye. Buldan, anî ziman ku ev nîşan dide ku li Tirkiye edalet, demokrasî û wekhevî hatiye binpêkirin. Lê tevî vê yekê girîng e ku dîsa hatine hem hev.
Buldan, destnîşan kir ku hêza xwe bibin yek dê hemû astengiyan derbas bikin û teqez dê bi ser bikevin.