DÎLOK – Li Dîlokê ji 10 kesên tekildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê dihatin darizandin jê 6 kes hatin girtin.
Ji 10 kesên ku têkildarî bûyerên 6-8'ê Cotmehê li Dîlokê hatin binçavkirin û dihatin darizandin jê 6 kes hatin girtin. Mazlum Yilmazsoy, Talat Yilmazsoy, Mehmet Çelikay, Îsmail Amaç, Hasan Aycan, Kadîr Akbalik, Murat Baz, Sedat Baz û Omer Demir ku di 17'ê Gulanê de hatin binçavkirin, piştî sewqî dozgeriyê hatin kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya wan guhdar kir der barê Îsmail Amaç, Sedat Baz, Murat Baz, Omer Demir, Hasan Aycan û Talat Yilmazsoy de biryara girtinê da. Der barê Kadir Akbalik û Mehmet Çelîkay û 2 kesên din de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.