ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî bi namzetên HDP'ê yên Enqereyê re bi karwana sedan maşîne li Batikent û Tuzluçayirê gel ziyaret kirin. Temellî di ziyaretan de ji gel xwest ji bo muşahîdiyê qeydê xwe çêkin û got: "2 roj tenê man. Divê her kes li ser sindoqan peywirê bigire.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî li gel namzetên HDP'ê yên Enqereyê Velî Saçilik, Fîlîz Kerestecîoglu, Nuray Turkmen, Nazim Karakurt li qadên Batikent û Tuzluçayirê bi gel re hatin cem hev û gel silav kirin. Temellî û namzetên HDP'ê yên Enqereyê li ser otobusa hilbijartinê gel silav kir û xibatî gel kirin. Temelli ji gel xwest ku her kes li sindoqan xwedî derkeve û ji bo parastina sindoqan qeyda muşahidiyê (çavdêriyê) çêkin. Temelli, anî ziman ku 2 roj ji bo qeydan mane û xwest her kes biçin qeydên xwe çêkin.
Temellî xwest namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Demirtaş jî lez bê berdan û xwest Dadgeha Qanûna Bingehîn jî erka xwe pêk bîne.