AMED – Li Amedê 13 baroyên ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan di çarçoveya projeya “Li her bajarekî, ji bo dibistanekê parêzek” li Amedê hatin gel hev. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got: “Veguhestina sindoqan anît demokratîk e.”
Bi hevkariya Baroya Enqereyê û Tevgera Bête Nabe di çarçoveya projeya “Li her bajarekî, ji bo dibistanekê parêzek” a hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, baroyên Amed, Êlih, Riha, Şirnex, Çewlig, Wan, Mûş, Semsûr, Edene, Senbol, Antalya û Kocaeliyê ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan li Amedê hatin ba hev. Baroyan li Otela Demîr a li Sûrê civîna çapemeniyê li dar xistin.
‘JI BO BINPÊKIRIN NE QEWIME ME PEYÎR DA SER MILÊ XWE’
Li ser navê baroyan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî da. Ozmen diyar kir ku hilbijartina 24’ê Hezîranê bi nîqaşên mîna ewlehiya hilbijartinê, mafê serbest ê hilbijartinê û Rewşa Awarte (OHAL) pêk tê û got: “Esasên hilbijartinek demokratîk ewlehiya hilibijartinê ye. Divê hilbijartinek azad û adil pêk bê. Ji bo ev pêk bê em jî wek baroyan çi bikeve ser milê me amade ne. Me jî wek Baroya Amedê ku çawa di her hilbijartinê de rol û mîsyona çavdêriya hilbijartinê girtiye ser milê xwe, em ê di vê hilbijartinê de jî li her deverê çavdêriyan pêk bînin û ji bo binpêkirin pêk neyê me peyîr da ser milê xwe. Me hemû baroyan ji bo 24’ê Hezîranê hêz axwe kir yek û em ketin nav xebatek hevpar. Em ê xebatek hevpar bi hev re birêve bibin.”
‘GIRTINA DEMÎRTAŞ BÊ EDALETIYE’
Ozmen anî ziman ku hemû partî û namzetên serokomariyê divê xwedî heman mafên propagandayêbin û wiha domand: “Pêvajoya propagandayê bi qasî deng dayîn û jimartina dengan girîng e. Di serî de şertên OHAL û girtina ji namzetên serokomariyê Selahattîn Demîrtaş nayê qebûlkirin û bê edaletiyê. Ji bo Selahattîn Demîrtaş bê berdan me beriya niha daxuyaniyek dabû û hêj nehatiye berdan. Em dîsa daxwaza berdana Demîrtaş dubare dikin.”
‘VEGUHESTINA SINDOQAN ANTÎ DEMOKRATÎK E’
Ozmen da zanîn ku ewlehiya hilbijartinê ji rojevên sereke yên baroyan in û wiha axivî: “Ji referandûma 16’ê Nîsanê heta niha hêj nîqaş didomin. Du roj berê niha jî YSK’ê biryarek nû da û li 19 bajaran veguhestina sindoqan pêk anî. Veguhestina van sindoqan hemû li herêma me pêk tên. Li gorî daxuyaniya YSK’ê 144 hezar hilbijêr bi bandor dibin. Rêbaza veguhestina sindoqan antî demokratîk e. Ji bo ewlehiya hilbijartin û sindoqan em ê bi Tevgera Bête Nabe re xebatek hevpar bimeşînin. Em ê li her dibistanekê parêzerek peywîrdar bikin.”