WAN - Rexistina HDP’ê xwest li Parka Dabbaoglu ya Wanê stanta hilbijartinê dîne. Lê polisan beriyerên hesin danî û bi hinceta "Dê li wir ekibên Hêzên Çevik" bi cih bibe destûr neda HDP li wir stantê veke.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a xwest li Parka Dabbaoglu ya Wanê stanta hilbijartinê ava bike. Lê polîs serê sibê hatin qadê û bi bariyerênk hesin qad girt û destûr neda stant bê vekirin. Polîsên ku dora qadê bi beriyerên hesin dorpêç kir, bi hinceta "Dê bi fermana Walî li vir Yekîneyên Hêzên Çevik bên bi cih kirin" destûr nedan. Polîsên ku bi 2 otobusên hêzên çevîk, dolmişek polîsan û maşîneyk TOMA hatin qadê destûr nedan ku stantê vekin û endamên HDP'ê yên li qadê ji qadê derxistin. HDP'ê berê gelek caran li heman parkê stand danîbû. Rêveberên HDP'ê diyar kirin ku bi vê yekê armanc dikin ku xebatên HDP'ê yên hilbijartinê asteng bikin.