RIHA – Mexdûrê komkujiya Pirsûsê Zindan Dorudemir ku bi giranî birîndar bû û yekem car tev li danişînê bû got: “Ez ji bo vê dozê li edaletê geriyam û hatim girtin. Min ev doz di şertên OHAL'ê de tenê ji rojnameyan şopand. Hêj gelek şahidên komkujiya Pirsûsê girtî ne. Destûr nadin ku tev li dozê bibin."
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de nêzî 300 endamên Meclîsa Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst hatin Navneda Çanda Amara ya Pirsûsê û xwestin daxuyaniyê bidin û şerê DAIŞ'ê yê li Kobanê şermezar bikin. Xwestin pêlîstokan bibin ji zarokên Kobane re. Lê di kêliya daxuyanî didan de endamekî DAIŞ'ê di nava wan de bombe bi xwe de teqand û 33 ciwan hatin qetilkirin. Zêdeyî 100 ciwan birîndar bûn. 5'emîn danişîna doza komkujiya Pirsûsê li 5'emîn dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Ciwanên di bûyerê debirîndar bûbûn û malbatên ciwanên ku hatin kuştin tev li dozê bûn. Dîsa nûnerên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê Namzeta HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Serokê Baroya Rihayê Ahmet Tuysuz doz şopandin. Gelek parêzerên mexdûran jî te li dozê bûn û doz şopandin. Yek ji bersûcan Yakup Şahin ji girtîgehê bi riya SEGBİS'ê tev li danişînê bûn.
Di danişîna dozê de dayika Polen Unlu yê jiyana xwe ji dest da Şennur Unlu di danişîna berê de gotibû "Edalet ne di pirtûkê li ber serê wan de ye. Edalet di wîjdanê de ye.
Volkan Uyar ê di komkujiyê de birîndar bû şahidî kir û got: "Di rê de li mamayên zarokan geriyan. Li her derê lêgerîn kirin. Lê li derdorê Navenda Çanda Amara qet lêgerîn nekirin û tedbîr negirtin. Dema komkujî pêk hat û kesên birîndar xwestin xwe xelas bikin polîsan bombeyên gazê avêtin ser me. Yên ku bûn sedemê vê yekê divê wekî bersûc bên darizandin.
‘DI HER DANIŞÎNÊ DE PEL BI PEL LI SER ME DIGERIN
Dayika Ezgî Sadet a di komkujiya pirsûsê de jiyana xwe ji dest da, Sunay Sadet jî diyar kir ku 5 dozin tev li danişînê dibin û wiha got: "Wekî ku zarokên me li vir in û wekî em dê wan bibin û biçin."
Bavê Emrullah Akhamur Mehmet Akhamur, jî diyar kir ku ew li heq hiqûq û edaletê digerin û wiha got: "Van mirovan xwest alîkariyê bidin zarokên kobanê. Kurê min bi çenteyekî û di tîşortan ket rê. Her ku em tên danişînê pel bi pel li ser me digerin."
Dayika Murat Yurtgul Şemsê Yurtgul jî diyar kir ku heta ew sax be dê vê dozê bişopîne. Bavê Ugur Ozkan Mehmez Ozkan jî bertek nîşanî polîsan da û wiha got: "Polîsên ku zarokên me neparastin, niha li vir li dijî me tedbîran distînin. Cara din dema em ji danişînê derketin eskeran êrîşî me kirin. Li pişt we "Edalet bingeha milk e" dinivîse. Edalet li ku ye em dixwazin hûn edaletê nîşanî me bidin."
Hevserê Nazegul Boyraz Bayram Boyraz jî bertek nîşan da û got: "Midûriyeta polîsan çi kir. Hatina bombeya zindî diyar bû. Lê tedbîr negirtin.
'EZ TU CARÎ WÊ ROJÊ JI BÎR NAKIM'
Mexdûrê komkujiya Pirsûsê Zindan Dorudemîr jî bertek nîşanî helwesda dadgehê da û wiha got: “Ez 33 kesên hatin kuştin bibîr tînim. Ez ji bo vê dozê li edaletê geriyam û hatim girtin. Min ev doz di şertên OHAL'ê de tenê ji rojnameyan şopand. Hêj gelek şahidên komkujiya Pirsûsê girtî ne. Destûr nadin ku tev li dozê bibin. Dema ez ji Amedê derketim heta ez gihiştim Rihayê 3 caran li ser min geriyan û piştre hatim Navenda Çandê. Ez ji bo vê komkujiyê tiştekî nabinim. Em tu carî wê rojê ji bîr nakin. 5 danişînên dozê tên dîtin û hêj min min îfade nedaye. Ji ber ku min di vê dozê de edalet xwest ez hatim girtin. "
Parêzeran jî parastin kir û xwest doz li salona dadgehê bê dîtin. Parêzeran xwest doza komkujiya Pirsûsê û doza 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê bibin yek û bersûc raste rast tev li danişînê bibin.
Parêzer Serdîl Îzol jî diyar kir ku dema bûyer pêk hat ew li wir bû û wiha got: “Yên li cihê bûyerekê kesekî bi cubbe girtin û anîn. Me xwest wan teslîmî polîsan bike. Navê wî Abdullah Omer Aslan bû. Piştî ku teslîmî polîsan kirin, tenê îfadeya wî girtin û serbest berdan. Di çanteyê wî de al derketibû. Bi Cubbe û bi rih bû. Em fêr bûn ku ev kes li Xalfetiyê mele ye. Em dixwazin ew kes jî bê guhdarkirin.
‘EZ JI ÇAVÊ XWE DERXISTIM
Piştre mafê parastinê dan bersûc Yakup Şahin. Şahin, diyar kir ku ew naxwazin tiştekî bêjin û got: "Ez ji kesî edalet û merhametê hevî nakim. Ez dizanim ez dê ji doza Enqereyê bêm cezakirin. Ez ji çavê xwe derxistime.
Heyeta dadgehê jî piştî navber da xwest bersûc beşdarî danişînê bibe. Daxwaza bila doz li edliyê bê dîtin jî red kir.
Heyetê doz taloqî 28'ê Tebaxê kir.