ESKÎŞEHÎR – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Eskîşehîrê axivî û got: “Li gel ewqas zilm, êrîş û şer gelê kurd bû xwelî û li ber xwe da. Aj da û dar çand. Va ew dar jî dara HDP’ê ye. Em bangî her kesî dikim li derdora wê darê bicivin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Eskîşehîrê tev li bernameya danasîna namzetên partiya xwe bû. Civîna danasînê li Navenda Çandê ya Yunus Emre pêk hat. Di bernameyê de ewil namzet hatin danasîn û pişt re Temellî derket ser dikê û axivî.
‘HEMÛ KES DI BIN SÎWANA HDP’Ê DE YE’
Temellî bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Em li ku dibin bibin, em ê bi namzetên xwe re dengê heqîqetê bilind bikin. Dengê heqîqetê dengê gel e. Niha gel diaxive. Aştîparêz, demorkasîparêz û hemû mexdûr niha bi hev re di bin sîwana HDP’ê de ne.”
'EM WELATEK AZAD Û DEMOKRATÎK BI HEV RE AVA BIKIN’
Temellî destnîşan kir ku dema namzetê wan ê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş bê bijartin dê demokrasiya rasteqîn bê Tirkiyeyê û wiha dewam kir: “Yên vê dibêjin tune ne. Vê yekê HDP bi tenê dibêje. HDP ji bo makezagonek demokratîk derketiye rê û tê. Ji bo hemû kes bigîhîje mafê xwe em tên. Em ê bi siyaseta demokratîk mafê her kesî bidin û demokrasiyê biafirînin. Namzetê me dilovan Demîrtaş her kesî vedixwîne nav siyasetê. Dema em ji siyasetê dûr bin dê hemû kes mafê me bixwe. Divê em li dijî xespkirina mafê xwe siyasetê bikin. Werin em bi hev re siyasetê bikin û welatek bi edalet ava bikin. Ji bo vê yekê 24’ê hezîranê krîtîk e. 25’ê hezîranê destpêkek e. Em mafdar in û me ê bi ser bikevin. Em ê hemû bi hev re bendê hilweşînin. Em ê bibin kevir û Demîrtaş rizgar bikin. Wekî din tiştekî din em bikin nîne. Ji bo siberoja zarokên xwe em neçarin wisa bikin. Em dikarin di welêt de bi ser bikevin. Daxwaziya me ew e em welatek demokratîk û azad ava bikin. Em dixwazin di nav hezkirin û aramiyê de bijîn. Em dikarin bi ser bikevin.”
‘BI ÎHA Û SÎHA’YAN KURDAN QETIL DIKIN’
Temellî bal kişand ser bikaranîna teknolojiya modern a li Tirkiyeyê û wiha domand: “Zava beg ÎHA û SÎHA hildeberîne û bi van maşîneyan li dijî kurdan neyartiyê dikin û dikujin. Teknolojiyek ne ji bo mirovan bila ew teknolojî nîn be.”
‘GELÊ KURD BÛ XWELÎ Û LI BER XWE DA’
Temellî gotina “Ez hesinbûma ez ê biriziyama, ez bûm xwelî û min li ber xwe da” ya hosteyê mezin Yaşar Kemal bibîr xist û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ewqas zilm, êrîş û şer gelê kurd bû xwelî û li ber xwe da. Aj da û daran çand. Va ew dar jî dara HDP’ê ye. Em bangî her kesî dikim li derdora wê darê bicivin.”