STENBOL - Welkîla HDP'ê Saadet Becerîklî diyar kir ku qeyûmên ku tayînê şaredariyên DBP'ê kirine, saziyên jinan dane girtin û wiha got: "Bi hezaran jinan serî li van navendan dan. Ev serlêdan niha di destê kî/ê de ne em nizanin."
Di pêşengiya Partiya Pêşeroja Çep û Kesk (YGSP) li Otela Hîll a li Taksîmê sempozyuma bi navê "Rêveberiyên Herêmî ya Fîkrî Sonmez" hat lidarxisitn. Di sempozyumê de Wekîlê HDP'ê Osman Beydemîr, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Hevberdevka YGSP'ê Eylem Tuncaellî û Nacî Sonmez jî di nav de gelek berdevkên saziyên sivîl jî cih girtin.
Di sempozyumê de destpêkê sernavê "Ji Fatsayê Heta Îro Rêveberiyên Herêmî" hat nîqaşkirin. Rûniştina ku moderatoriya wê Nergîz Vasfîgolu dikir, şaredarê Pulumura Dersimê Fatîh Mehmet Maçoglu, Wekîla HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî û nivîskarê "Fatsa Gerçegî" (Rastiya Fatsayê) Pertev Aksakal axivîn. Hevberdevka YGSP'ê Eylem Tuncaellî diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên tund û yek rengî bingeha civaka herî mezin bê rêxistinkirin û bi vê hêzê bersiv bê dayîn.
MAÇOGLU: LI DIJÎ AVM’AN KOOPERATÎF DIVÊ
Şaredarê Pulurê Fatîh Mehmet Maçoglu jî destnîşan kir ku ew dixwazin bi gel re xebatê bidin meşandin, armanca wan ne tenê afrênerî, divê gel jî di warê polîtîkayê de bê bi pêş xistin. Maçoglu bertekên xwe yên li dijî Navendên Kirîn û Firotinan (AVM) jî anî ziman û girîngiya kooperatîfan rave kir û ji ber ku li Pulurê xeteke siyas-polîtîk rêxistin nekirine rexnedayîna xwe da.
BECERÎKLÎ: QEYÛMAN DESTPÊKÊ JIN JI KAR AVÊTIN
Wekîla HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî jî der barê tecrûbeyên jinan ên li rêveberiyên herêmî de agahî da. Becerîklî piştrast kir ku qeyûmên ku tayînên şaredariyên DBP'ê kirin, destpêkê jin ji kar avêtine û bal kişand ser navendên jinan ên hatine girtin û wiha got: "Bi hezaran jinan serî li van navendan dan, di destê kî/ê de ne em nizanin. Jinên li bajarên kurdan, bi tevgera azadiyê re têkoşînê didin û rêya wê esas digirin."