ERZIROM – Miduriyeta Polîsan a Xinûsê vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi şirûdê ve girêda. Namzetê HDP’ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat got: “Emniyetê ji me re got ‘li rastê nesekinin, derbasî çepê nebin, bila kes dernekeve şaneşînan û kes mîkrof bikar neyne.’ Helwesta li dijî me ev e.”
Namzetên HDP’ê yên Erziromê xwestin li navçeya Xinûsê buroya hilbijartinê vekin. Polîsan vekirina buroyê û propagandaya hilbijartinê qedexe kir. Li navçeyê demek kurt rageşî qewimî. Pişt re namzetê HDP’ê yê Erziromê Mehmet Kasim Firat xîtabî gel kir û destnîşan kir ku polîsan xwestiye vekirina buroya wan asteng bikin.
'ARMANCA WAN RAGEŞÎ Û TUNDÎ YE’
Firat axaftina xwe wiha domand: “Emniyetê ji me re got ‘li rastê nesekinin, derbasî çepê nebin, bila kes dernekeve şaneşînan û kes mîkrof bikar neyne.’ Tekane armanca wan heye ew jî dixwazin rageşiyê derbixin û tundiyê pêk bînin. Em ji pevçûnê natirsin, lê em xesara pevçûnê baş dizanin. Em mirovên ku ji aştiyê bi bawer in. Em mirovên ku di aştî, biratî û mafê mirovan de israr dikin. Em bi hêz in. Em hêza xwe jî ji mafdariya xwe digirin. Em siyasetek bi rûmet dimeşînin û ev siyaseta me dê teqez bi ser bikeve.”
Piştî axaftinê gel bi berzkirina dirûşm û lêdana çepikan derbasî ber buroya hilbijartinê bû û sekna xwe ya li ber buroyê dewam kir.