WAN – Li navçeya Erdîşê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û nêzî 20 kesan binçav kir.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û lêgerîn pêkanîn. Nehat zanîn ku serdegirtin ji ber kîjan sedemê pêk hatiye. Piştî lêgerîna li malan, Mahmut Çelebî, Halîl Yildiz, Osman Sevînç, Ekrem Nadîroglu, Kamuran Ataman, Yildirim Hasar, Zehra Hezer, Farîs Can, Halît Koç, Veysî Efe û Halît Baran nêzî 20 kesan binçav kirin.
Yên hatin binçavkirin hîn ji wan birin Fermandariya Cendermeyan a Erdîşê û hîn ji wan jî birin Miduriyeta Polîsan a Erdîşê.