NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên HDP’ê heta derengiya şevê dom kir. Namzetên HDP’ê her cihê ku diçinê rastî eleqeyek mezin a gel tên. Gel bi nîşandana germahiya li hember namzetan helwesta xwe datîne holê.
Li Îzmîrê namzetên HDP’ê rastî eleqeyek mezin a gel tên. Namzetên HDP’ê yên Herêma 2’yemîn a Îzmîrê Cemîle Aydin û Derkay Tan li navçeya Alîaga li nav gel belavok belav kirin û li pirsgirêkên gel û esanfan guhdar kirin. Derkay Tan got ku ew ê pirsgirêk û daxwazên gel bibin Meclîsê.
Namzetên HDP’ê yên Herêma 2’yemîn yên Îzmîrê Îdîl Ugurlu, Elfesya Nas û Ferzende Denîz jî li taxa Koyundere ya navçeya Menemenê daketin nav gel û belavok belav kirin û li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin.
BI LAÇIKÊN XWE SPÎ XEBATÊ BIRÊVE DIBIN
Namzetên HDP’ê yên Herêma 1’emîn a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Rahîme Turan û Ceyhan Akay jî li taxên Çamlipinar û Kozagaç yên Bucayê xebat birêve birin û Dayikên Aştiyê jî bi laçikên xwe yên spî piştevanî dan xebatên namzetan. Di xebat û serdana malbatan de dîmenên rengîn derketin holê. Kemalbay di serdanan de axivî û behsa pêvajoya hilbijartinê kir û got: “Em destûrê nedin yên ku dê dengên me bidizin.”
LI KARŞIYAKAYÊ VEKIRINA BUROYÊ
Namzetên HDP’ê yên Herêma 1’emîn a Îzmîrê Nurettîn Turgay, Abdullah Akdenîz, Mehmet Aker û Yalçin Yanik jî çûn serdana esnafên Kemeralti û belavok belav kirin û xebatên xwe birêve birin. Namzetan li tengasiyên gel û esnafan guhdar kir. Welatiyan eleqeyek mezin û taybet nîşanî namzetê bi eslê xwe ji Afrîkayê Yalçin Yanik dan.
Namzetên HDP’ê yên Herêma 2’yemîn a Îzmîrê Suleyman Gunduz, Gonul Aygun û Can Alaygut jî li taxa Yamaç a navçeya Karşiyakayê tev li vekirina buroyê bûn û bi gel re hatin ba hev.
AYDIN
Namzetên HDP’ê yên Aydinê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Ovaeymîrê qahwe û esnafan ziyaret kirin. Gel eleqeyek germ nîşanî namzetan da. Namzetê Aydinê Ferhat Tunç stran gotin û welatiyan govend gerand.
ÊLIH
Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî ji berbanga sibê heta paşîva xebatên hilbijartinê li qadan domand. Namzetên HDP’e yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Mehmet Ruştu Demîrkaya, Necdet Îpekyuz û Şukru Baytar û rêveberên HDP’ê çûn naçveya Hezoyê û tev li vekirina buroya hilbijartinê bûn. Piştî vekirina buroyê namzet çûn serdana esnaf û gundan gel ziyaret kirin.
Her pênc namzet jî piştî serdanên li Hezoyê vegeriyan Êlihê û fitirîn û beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Guney Kentê bûn. Namzet û welatî li tax Parka Şerzan Kurt li hev kom bûn û heta buroya hilbijartinê meş li dar xistin. Di meşê de erbaneyan lêdan û bi coşek mezin meş gihîşt ber buroyê. Gel sloganên ji bo HDP’ê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz kirin. Gel li gel namzetên xwe govend gerand. Namzet Feleknas Uca, Necet Îpekyuz, Şukru Baytar û Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin axaftinên kurt kirin. Pişt re bi hev re buroya hilbijartinê vekirin û gel heta paşîvê li ber stranan govend gerand.
MELETÎ
Namzetên HDP’ê yên Meletiyê Mehmet Tuncel, Jiyan Taş û Yusuf Bokuş jî li taxên Yeşîlyurt û Paşakoşku li nav esnafan geriyan û belav belav kirin. Namzet Mehmet Tuncel axivî û behsa projeyên HDP’ê û pêvajoyê kir.
WAN
Li navçeya Erdîşê ya Wanê jî namzetên HDP’ê yên Wanê û rêveberên HDP’a Wanê û Erdîşê bernameya fitarê ya ser rûyê erdê li dar xistin. Xwarina fitarê li Parka Zîlan hat dayîn. Li gel namzet û rêveberên HDP’ê bi sedan welatî tev li bû. Namzeta HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan di bernameyê de axivî û got ku ew ê li dijî vê rêveberiya zordest serî netewînin û dê faşîzma li bajarên xwe û li Tirkiyeyê têk bibin. Ertan bang li gel kir ku pêwîste li dijî dek û dolabên hilbijartinê bi hestiyar bin û got: “Em nehêlin ku tu kes dengê me bidize.” Ertan gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku bi serê gelê me de anîn ji bîra me naçe. Me zilma li Cizîr û Sûrê ji bîr nekiriye. Dema em di 24’ê Hezîranê de çûn ser sindoqan em vê zilmê bînin bîra xwe. Sindoqên me li ku dibin bila bibin divê em biçin dengê xwe biavêjin.”