DERSIM - YSK'ê biryar da ku dê li Dersimê 56 sindoqan veguhêzînin herêmên cuda. Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'a Dersimê, destnîşan kir ku ev yek ji bo çûyîna ser sindoqan çênebe hatiye kirin, lê belê ew ê sindoqan biparêzin.
Desteya Hilbijartina Bilind (YSK), biryar da ku dê li gelek deveran sindoq bên veguhastin. Yek ji van cihan jî Dersim e. YSK'ê biryar da ku dê li Dersimê 56 sindoqan veguhêzînin herêmên cuda. Li ser vê yekê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'a Dersimê ket nav liv û tevgeran. Bi vê yekê derket holê ku, eger sindoq bên veguhastin dê extiyar û nexweş nikaribin dengên xwe bi kar bînin.
‘VEGUHASTINA SINDOQAN TÊ WATEYA ASTENGKIRINA HILBIJÊRAN'
Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'a Dersimê Hidir Odûncû, diyar kir ku ji hilbijartinê re demeke kurt ma, lê YSK'ê biryareke wisa da û dê di vê çarçoveyê de li Dersimê 56 sindoq bên veguhastin. Odûncû, anî ziman ku ew ê îtirazî vê biryarê bikin û got: "Em bi awayekî zordest ber bi hilbijartinekê ve diçin. Wisa dixuyê ku dê ev hilbijartin biqisûr û ne adil be. Bi vê biryara YSK'ê re dê gundî biçin li devere din deng bi kar bînin, lê ev yek ji bo gundiyan zehmet e. Bi taybetî li herêmên bejahiyî veguhastina sindoqan, di warê ewlehiya hilbijartinê de endîşe û rîskê bi xwe re tîne. Derdora ku li herêmên bejahiyî dijî extiyar e. Ji bo wan li devere din biakranîan dengan zehmet e. Ev hemû tên wateya astengkirina hilbijêran û daxistina rêjeya tevlîbûnê."
’DÊ SINDOQ BÊN PARASTIN'
Odûncû, diyar kir ku ew ê wekî Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê li dijî her hîle û xurdeyê bin û ew ê tevdîrên xwe bigirin. Odûncû got: "Sindoq bên veguhastin jî, em ê hilbijêran ji bo dengbikaranîn bibin ser sindoqan. Em ê ji bo demokrasiyeke beşdariyî vê yekê bikin. Gelê Dersimê polîtîk e, dê hem dengê xwe bi kar bîne hem jî xwedî lê derkeve. Me li her gund û navçeyan lîsteya xwe ya peywirdarên sindoqan temam kiriye. Bila di warê xwedîderketina deng û sindoqan de tu şik û gumanên gelê me tune be."