ŞIRNEX – Namzetê Parlementeriyê yê HDP'ê ya Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, ku parêzerê doza kuştina birayên Yildirim ku panzêr ket mala wan û ew kuştin, bal kişand ser vê bûyerê û got: "Ji bo zarok bi vî awayî nemirin bûm namzet."
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê, panzêra polîsan ketibû mala malbata Yildirimê û Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) di xew de eciqandibûn. Parêzer Huseyîn Kaçmaz ku parêzerê birayên Yildirim û Çîgdem Başaka 10 salî ku lingê wê ketibû qapana polîsan, li Şirnexê namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê rêza sêyemîn e.
Kaçmazê ku di dema çalakiyên Geziyê de hatibû binçavkirin û hîn jî tê darizandin, 5 sal e girêdayî baroya Şirnexê ye. Heta niha Kaçmaz parêzeriya gelek dozan kiriye û ji ber vê gelê bajêr eleqeyeke mezin nîşanî wî dide. Her wiha Kaçmaz di dema "qedexeya derketina kolanan" de bi dosyeya gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dan re jî eleqedar bû.
Kaçmaz, destnîşan kir ku ew li erdnîgariyeke ku tu carî rondikên çavên lê kêm nebûne çêbûye û mezin bûye. Kaçmaz, bilêv kir ku wî tu carî wê zilma di salên 90'î de ji bîr nekiriye, lê belê bi taybetî jî bûyer, nehiqûqî û îşekneceyên ku di dema qedexeya derketina kolanan ên di navbera 2015-2016'an de kiriye ku hîn bêtir nêzî têkoşînê bibe. Kaçmaz got: "Piştî qedexeyan tu tişt nebû wekî berê. Gelek mirovên me mirin û gelek jê hîn di girtîgehan de ne. Xaniyên gelek kesan hatin rûxandin. Hêviyên ji bo pêşerojê winda bûn. Lê partiya me ev hêvî ji nû ve ajdan."
‘JI BO ZAROK BI VÎ AWAYÎ NEMIRIN BÛM NAMZET'
Kaçamz, anî ziman ku li erdnîgariyeke ku binpêkirinên mafan lê zêde bin, mirov bike neke têkildarî polîtîkayê dibe. Kaçmaz, diyar kir ku ji ber polîtîkayên neçareseriyê bi dehan mirov ji ber wesayîtên zirxî ku li wan qelibîn mirin. Kaçmaz, destnîşan kir ku ji bo ev êşa dubare nebin ew ê li Meclîsê bitêkoşe. Kaçmaz bal kişand ser kuştina birayên Yildirim û got: "Ji bo zarok bi vî awayî nemirin bûm namzet."
MA / Gokhan Altay