AMED - Dîmenên wesayîta zirxî ya ku li Licê Pakîze Hazar a 85 salî eciqandibû kuştibû derketin holê. Di dîmenan de dixuyê ku welatiyekî li wir wesayîtê hişyar dike, lê belê wesayîta zirxî dîsa jî nasekine û piştî Hazarê dieciqîne riya xwe didomîne.
Ki Licêya Amedê, di 14'ê hezîrana 2017'an de dema Pakîze Hazar (85) di riya Mumîn Aga ya ji çûnhatinê re girtiye ji bo meaşê xwe diçe PTT'ê, wesayîta zirxî pêl wê kir û ew kuşt. Dîmenên wesayîtê li dosyeya dozê hatin bicihkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licê de ajokarê wesayîta zirxî çawîşê pispor S.K. piştî îfadedayînê hatibû berdan. Dozger der barê S.K. de bi tawanbariya "bûye sedema mirineke qisûrdar" îdianameyeke ku ji paragrafekê pêk tê amade kiribû û xwestibû ji 2 salan heta 6 salan bê cezakirin. Heta niha 2 danişînên dozê pêk hatine. Doz li dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Licê didome.
BI DESTAN EW HIŞYAR KIR LÊ WESAYÎT NESEKINÎ
Dîmenên kameraya ewlehiya ya ku tê fêmkirin aîdî herêma leşkerî ya li hemberî PTT'ê ye, bûyerê bi her awayî nîşan dide. Di dîmenan de dixuyê ku Hazara di dest wê de gopal heye, ji hêla çepê ya wesayîta zirxî ku li ber PTT'ê ye tê. Hazar di pêşiya wesayîtê de diçe, dema vedigere hêla rastê wesayît tev digere. Lê belê di wê kêliyê de welatiyekî ku li hêla rastê ya wesayîtê ye, dema dibîne wesayît li hazarê diqelibe bi qasî 2 metreyan nêzî wesayîta zirxî dibe û bi destan leşkerên di wesayîtê de hişyar dike. Lê belê, ligel vê yekê jî wesayîta zirxî nasekine û Hazar di bin wesayîtê de dieciqe û can dide.
Bersûc çawîşê pirspor S.K. di îfadeya xwe ya dadgehê de, diyar kir ku wê rojî wî wesayît li ber PTT bi awayekî çeperast park kiriye û got: "Dema wesayît tevgeriya, min Pakîze Hazara ku wefat kir nedît. Ji ber ku hêla rastê ya wesayîtê lê ketiye Pakîze Hazar miriye. Wê rojê di hundurê wesayîtê de tenê kamerayeke ku derve dibîne hebû. Ew jî dawiya wesayîtê nîşan dide û dema tu fitêsê wesayîtê davêjî yê paşpaşkî kamera dikeve dewrê. Ji bilî vê di wesayîtê de tu kamerayeke ku derve nîşan bide tune ye. Her wiha dema min li Pakîze Hazarê qeliband, ew li hêla piniya kor a wesayîtê bû. Bi xwe min ew endîtiye. Lê paşê dema leşker ji min re got raweste sekinîm û dema sekinîm min li Pakîze Hazarê qelibandiye. Her wiha roja ku bûyer pêk hat, rê ji bo çûnhatinê negirtîbû. Ew der mehek du meh berê ji çûnhatinê re hat girtin. Bûyer qezayek bû, qesdeke min a sûcî tune ye û kêmasiya min jî tune ye. Ji ber vê bûyerê xemgîn im. Doza beraeta xwe dikim."
MA / Denîz Tekîn