STENBOL – Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû yê ku qeyûm tayînî şaredariyan kir, bi hezaran mirovên gotin "em li dijî şer in" girt, fermana êrîşa li dijî goristanan û cenazeyan da, bû namzetê AKP'ê yê Stenbolê.
AKP, li herêma duyemîn a Stenbolê di rêza yekemîn de Wezîrê Karên Hundurîn Sulyeman Soylû kir namzet. Soyluyê ku du 5'ê Îlona 2012'an de tev li AKP'ê bû, di hikûmeta 64'an de 9 mehan wezîrtiya Ewlehiya Xebat û Civakiyî kir. Di dema wî de hezar û 319 karker di cinayetên karî de mirin.
BI DEHEZARAN KES HATIN GIRTIN
Soylu, piştî Wezîrtiya Ewlehiya Xebat û Civakiyî, di 31'ê Tebaxa 2016'an de bû Wezîrê Karên Hundurîn û bi vê re operasyon zêde bûn. Soylû, ji hêlekê ve polîtîkayên şerî kûr kirin û ji hêlekê ve jî berpirsiyariya Rewşa Awarteb girt ser xwe. Piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, bi KHK'yan bi sedhezaran kes ji kar hatin avêtin. Her wiha bi vê re rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, mirovên kardêr û xwendekar jî di nav de bi deh hezaran kes hatin girtin.
GEF LI HER KESÎ XWARIN
Soylûyê ku berê tim gef li HDP'ê û siyaseta kurd ixwarin, di heman demê de ji bo greva birçîbûnê ya Semîh Ozakça û Nûriye Gulmenê jî gotibû "dixwin û vedixwin". Soylû ji bo Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû jî gotibû "Tu qediyayî" û ji bo Demîrtaş jî gotibû "terorîst".
QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊN DBP'Î KIRIN
Di dema Soylû de qeyûm jî tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin û hevşaredar hatin girtin. Qeyûmên tayînî şaredariyan hatin kirin lewheyên rê û bergehan ên bi kurdî hatin rakirin û bi KHK'yan bi dehan radyon, rojname, TV û malperên înternetê yên muxalif hatin girtin. Her wiha qeyûman li bajarên kurdan peykerê Ûgûr Kaymanz, Ehmedê Xanî, Orhan Dogan û gelekên din rakirin û rûxandin.
BI KESÊN ÊRÎŞÎ CENAZE KIRIN RE WÊNE KIŞANDIN
Di 14'ê Îlona 2017'an de hin kes êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûkê, dayika Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk, kiribûn. Soylû ji van kiryaran bi kiryarekî re wêne kişandin.
Di 9'ê Îlona 2017'an de di êrîşa SÎHA'yan de li Colemêrgê kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû ev yek xistibû rojevê. Soylû Tanrikûlû hedef nîşan dabû û gotibû: "Divê partiya muxalefeta sereke demildest deba devê vî parlementerî bide."
MA / Yasîn Kobulan