RIHA - Perwerdekar Damla Sonmez ku ji bo yogayê nîşanî jinên rihayî bide ji Stenbolê hat, anî ziman ku ji bo ew destekê bidin aştiya civakî hatine. Donmez, destnîşan kir ku li welat wekî rojhilat-rojava berberîbûyînek hatiye çêkirin, lê belê ew bi hêza pêkhêner a yogayê bawer dikin.
Perwerdekarên yogayê Damla Donmez û Çîgdem Oygûr ji bo jinên bajarên herêmê yogayê nas bikin û ji bo tevkariya aştiya civakî bikin ji Stenbolê ketin rê, bi jinên rihayî re di seansa yogayê de hatin gel hev.
RAWESTGEHA EWIL RIHA YE
Perwerdekar Damla Sonmez, anî ziman ku 10 salin ew bi yogayê re eleqedar dibe û ew bi awayekî dildar hatine Rihayê û paşê ew ê biçin Mêrdînê. Donmez, bilêv kir ku ew li Bûrsayê dijî, lê belê li Stenbolê perwerdekariya yogayê dike. Donmez, diyar kir ku çalakiyên di warê civakî û aborî de, xîtabî derdoreke cuda dike. Em jî dixwazin yogayê li her deverî belav bikin." Donmez, destnîşan kir ku di çend salên dawî de li welat wekî rojhilat-rojava berberîbûyînek hatiye çêkirin, lê belê ew bi hêza pêkhêner a yogayê bawer dikin. Donmez got: "Di vê serdema ku herêm hatine cudakirin, mirov dikare wê wekî pêngava aştiyê jî bifikire. Em bawer dikin kes bi aştiya di hundurê xwe, dikarin aştiya derveyî bibînin. Em jî fikirîn ku em ji bo aştiyê dikarin çi bikin. Ewilî Gobeklî Tepe bala me kêşa. Gobeklî Tepe, yek ji deverên pîrozwer ê mîrateya mirovahiyê ye. Berê em qet nehatibûn vir. Me xwest em bên û mirovên vir nas bikin. Me xwest em bibin pira navbera rojhilat û rojavayê."
‘YÊN RENGÊN CIVAKÊ DIAFIRÎNIN JIN IN'
Donmez diyar kir ku bi taybetî jî ji bo perwerdehiyê wan jin hilbijartine û got: "Yên hemû rengên civakê diafirînin jin in. Loma em bawer dikin ku dê bi yogayê guherînek çêbibe. Yanî em dixwazin ewil bi jinan re bixebitin."
Donmez, anî ziman ku yoga pergaleke ku bi awayekî hevseng beden, mêjî, hest û fikran tîne gel hev û zêde bandorê li ser hormonan dike. Donmez got: "Yanî her sekneke yogayê teqabulî hormonekê dike. Her wiha di warê bêhnê de gelek xebatên wê hene. Bêhn, jiyan e. Eger em bêhna xwe dirust bikin, ev tê wateya dirustkirina jiyanê."
Donmez, destnîşan kir ku piştî perwerdehiya li Rihayê, ew ê di meha Cotmehê de ji bo gihandina perwerdekarên yogayê dîsa bên. Donmez, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku ew li bajarên cuda perwerdehiya yogayê bidin jinan. Donmez, bilêv kir ku rawestgeha wan a ewil Riha ye, lê ew difikirin biçin Amed, Mêrdîn, Qers, Agirî û hwd.
‘JI BO HESTA YEKÎTIYÊ'
Perwerdekara yogayê Çîgdem Oygûr jî, wan bi hêz pêkhêner a yogayê berê xwe daye Rihayê û armanca wan jî ew e ku hesta yekîtiyê hîs bikin û bi hev re vê yekê pêk bînin. Oygûr anî ziman ku pêşaniya wan jin in û got: "Çimkî yên ruh didin civakê jin in."
MA / Arjîn Dîlek Oncel