ÎDIR – Welatiyên azerî yên li Îdirê gotin ku ew ê berteka xwe ya li dijî hilweşandina Peykerê Aştî û Biratiyê dê di 24’ê Hezîranê de nîşan bidin û dê dengê xwe bidin HDP’ê.
Qeyûmê Şaredariya navçeya Qulpê ya Îdirê peykerê remza Aştî û Biratiyê ya ji aliyê Şaredariya DBP’ê ve hatibû çêkirin hilweşndibû. Peykerê jinek azerî û jinek kurd ku bi destê hev girtibûn û biratiyê dida nîşandan. Berteka li dijî hilweşandina peyker didome. Azeriyan got ku ew ê hêrsa li dijî hilweşandina peyker di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nîşan bidin.
‘JI BO KU EM JIYANÊ BI HEV RE DIPARÊZ IN’
Şengul Turkelî da zanîn ku bi boneya HDP li gel bindestan cih digire ew ê dengê xwe bide HDP’ê û got: “Fikrê me û HDP’ê wek hev in. Neheqiyek mezin li HDP’ê dikin. Jixwe em û kurdan bi hev li ser heman axê dijîn. Ji bo em jiyanek bi hev re diparêzin em ê dengê xwe bidin HDP.”
Turkelî destnîşan kir ku hilweşandina peyker wan xemgîn kiriye û wiha dewam kir: “Çimkî ew peyker temsîla jiyankirina bi hev re bû. Ji bo biratiya navbera me xera bibe peyker hilweşandin. Ji bo ku HDP jî biratî û aştiyê diparêz e em dibêjin HDP.”
‘JI BO KU PARTIYA BINDESTAN E’
Welî Turkelî jî anî ziman ku bi salan e kurd û azerî bi hev re yek in û dijîn û got: “Ji bo HDP hemû maf, bawerî, netew û fikran diparêz e ez ê dengê xwe bidin HDP. Ji bo ku HDP partiya bindestan e, ez ê dengê xwe bidim HDP. Heta ku ez bijîm ez ê ji bo biratiya kurd û azeriyan HDP’ê destek bikim û bixebitim.”
‘WERIN EM LI DORA KURDAN BIBIN XELEK’
Turkelî hilweşandina peyker bi gotinên “Dixwazin biratî û yekîtiya navbera gelan tune bikin” şîrove kir û got: “Ez her gavê biratiya di navbera her du gelan de destek dikim. Ez wan kesên peykerê di navbera gelan de bûbû pir û hilweşandin şermezar dikim. Werin em hemû bi hev re li derdora gelê kurd bibin xelek.”
'DÎSA DÎSA HDP’
Şahnaz Yaman jî anî ziman ku li dijî yên dixwestin kurd û azeriyan bikin dijminê hev HDP ket pêşiya vê yekê û got: “HDP partiyek li dijî kuştina jinan derdikeve û têdikoşe. Di HDP’ê de ji her aliyî mirov hene. Ji ber vê yekê ez dîsa dîsa dibêjim HDP.”
'EZ Ê MOHRA XWE LI HDP’Ê BIDIM’
Zulfîsiyah Kiliçtek jî destnîşan kir ku bi boneya fikrên HDP nêzî fikrên wan in dê dengê xwe bide HDP’ê û got: “HDP yekîtî û hevgirtinê diparêz e, ji bo vê yekê ez mohra xwe li HDP’ê bidim.”
‘DIVÊ EW PEYKER NEHATA HILWEŞANDIN’
Pakîzer Korkan jî diyar kir ku her dem azerî û kurd bi hev re û bi biratî dijîn û got: “Nan û xwarina me yek e. Em dibin mêvanên hev. Heta niha me demek xweş derbas kiriye. Heta niha me xerabiyek neaniye serê hev. Hilweşandina peykerê remza biratî û yekîtiyê me gelek xemgîn kir. Em hogir in, cîran in û xizmê hev in. Divê ew peyker nehata hilweşandin.”
MA / Mahmut Ruvanas