MÊRDÎN – Namzetê Parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mêrdîn û Nûnerê Tirkiye yê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa Tuma Çelik, ji hilbijêran xwest bifikirin û dengê xwe bidin û wiha got: “Her dengê bê dayîn, an dê bêtir nûnertiyê pêş bixe, an jî dê bêtir înkarê pêş bixe. Divê Suryanî di vê ferqê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.
Namzetê Parlamenteriyê yê HDP'ê û Nûnerê Tirkiye yê Yekîtiya Suryaniyên Ewropa (ESU) Tuma Çelik, bi xebatên der barê Suryaniyan de tê nasîn. Di heman demê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Sabro ye. Çelîk ku piştgiriya Suryaniyên li Ewropa û Tirkiye da pişta xwe bû namzetê HDP'ê. Çelîk li Gundê Yêmîşlî yê Navçeya Mîdyatê ya Mêrdinê ji dayik bû. Hêj 9 salî bû li Stenbolê bi cih bû. Yek ji Suryaniyên ku ji ber zext û zordariyan koçî Ewropa bûne ye.
Çelîk ku 25 salan li dervê welat ma, di sala 2011'an de dîsa vegeriya axa xwe. Çelîk, piştî hat Mêrdîn, dîsa li ser Suryaniyan lêklîn kir û rojnameya Sebro ya bi tirkî û Suryanî çap kir. 5 pirtûk li ser çand û dîroka Suryaniyan nivîsî. Hewl da zext û zordariyên di dîrokê de bi serê Suryaniyan de hatiye binivîse. Di sala 2012'an de rojnameya Sebro (Hêvî) ku bi Suryanî û Tirkî weşanê dike çap kir. 6 salan mehane çap kir. Gerînendeya rojnameyê kir. Di Kongreya Demokratîk Gelan (HDK) de cih girt.
Der barê Suryaniyan de bernameyên li ser suryaniyan di TV de weşand. Çelîk, diyar kir ku ji bo bi dengekî berz biratiya gelan, rengan û nasnameyan bînin ziman bû namzetê HDP'ê. Çelik, destnîşan kir ku li dijî feraseta Netew Dewletê pergala pir zimanî, pir çandî û pir nasnameyê qebûl dikin û esas digirin û wiha got: "Tenê partiya ku demokrasî, pir çand, ziman û nasnameyan diparêze û qebûl dike HDP ye. HDP cudahiyan diparêze û nûnertiya wan dike. Dîsa komeleyên Suryanî jî piştgiriyê didin me. Ez bi hevkariya saziyên Tirkiye û Ewropa bûm namzet. Wekî Suryaniyekî di nava HDP'ê de cih girtina min tiştekî xwezayî ye. Gelên ku berê bi hevre û di nava hevde jiyan ji aliyê pergala serdest ve kirin dijminê hev. Li Tirkiye hemû gel dikarin bi hevre û di nava hevde bijîn. Em dê nîşan bidin ku li herêma Turabdin a Mêrdînê gel çawa dikarin bi hevre bijîn."
'ÎTÎFAQÊN HENE LI SER ÎNKARÊ AVA BÛNE'
Celîk îtîfaqa AKP-MHP û îtifaqên bi CHP’ê re jî rexne kir û wiha got: "Ev îtîfaqên hatin avakirin li ser înkarê hatine avakirin. Her dengekî biçe îtîfaqan diçe înkarê. Her dengekî biçe HDP'ê diçe demokrasî û jiyandina nasnameyan. Suryanî divê bi vê zanebûn û hişmendiyê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. An dê dengê xwe bidin îtîfaqa ku înkara nasnameyan dike, an jî dê dengê xwe bidin HDP'ê ku nûneriya nasnameyan dike. Her dengê ku bidin HDP'ê didin pir dengî û pir negiyê. Didin pêşeroja xwe ya demokratîk û azad."
MA / Sonya Bayik